ENQERE – Komîsyona Lihvekirinê ya HDP'ê ku ji bo rêveberiya nû ya partiyê diyar bike hat avakirin, daxuyand ku ji bo namzetiya Hevserokatiya Giştî teklîf li Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar kirine û her du navan jî teklîf qebûl kiriye û got, wê delegeyên kongreyê namzetan bipejirînin.
Wê Kongreya Mezin a Asayî ya 4'an a HDP'ê sibê pêk bê. Beriya kongreyê ji bo diyarkirina rêveberiya nû ya partiyê, Komîsyona Lihvekirinê ya HDP'ê hat avakirin. Komîsyonê, daxuyand ku ji bo namzetiya Hevserokatiya Giştî teklîf li Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar kirine û her du navan jî teklîf qebûl kiriye û got, wê delegeyên kongreyê namzetan bipejirînin.
Her wiha komîsyonê malvayiya Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî jî kir û ji bo kongreyê bang li her kesî kir.