MÊRSÎN – Endamê Meclîsa HDP’ê Rojhat Yaşar jî li Mêrsinê hat binçavkirin. Bi vî awayî hejmara kesên li bajêr hatin binçavkirin, derket 7’an
Endamê Meclîsa Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Rojhat Yaşar, dema ku ket avahiya partiyê ya Mêrsînê ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin. Yaşar ê hinceta binçavkirina wî nehat zanîn, birin Miduriyeta Polîsan a Bajêr.
Bi binçavkirina Yaşar re, hejmara kesên li bajêr îro hatin binçavkirin derket 7’an.