AMED – Rêveberên KURDÎ-DER'ê û Akademiya Ehmedê Xanî yên ku bi KHK'ê hatin girtin têkildarî 21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê xwestin ku her kurd li dijî pişaftinê mala xwe bike dibistanên kurdî û gotin: "Çand, ziman û nasname yek in, weke laş hev du temam dikin."
Rêveberên Komeleya Lêkolîn û Pêşvexistina Kurdî (KURDÎ-DER) û Akademiya Ehmedê Xanî ku ku bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) hatin girtin têkildarî 21'ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê ji ajansa me re axivîn.
Yek ji rêveber û mamosteyên KURDÎ-DER'ê Rifat Ronî sazî û dezgehên ji salên 1990'î heta îro ji bo zimanê kurdî xebatê birêve dibin û pêşve xistin bi bîr xist û got: "Di xebatên ziman û çandê de Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) û Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê bûn pêşeng û heta îro didome. Piştî ku têkoşîna gelê kurd gûr û geş bû, hişyariyek û hişmendiyek di nava gelê kurd de jî çêbû."
'ARMANC LI DIJÎ POLÎTÎKAYÊN PIŞAFTINÊ BÛ'
Ronî bal kişand ser polîtîkaya pişaftinê û înkarê ya dewletê ku li ser gelê kurd birêve dibe û got: “Înkar û pişaftina li ser ziman sûcê li dijî mirovahiyê ye jî. Ji ber ku dewlet di warê înkar û pişaftinê de eşkere dibû neçar ma hinek yasayan sererast bike û sistkirinan çê kir. Xwestin hin saziyên kurdî ava bikin lê bi ser neketin. Di wan salên dewletê xwest kursên taybet veke û bi ser neket, KURDÎ-DER ava bû. Bi hêvî û bendewariyek mezin hat avakirin. Bi rastî bi bernameyeke xurt dest bi xebatên xwe kir. Armanca KURDÎ-DER'ê jî ew bû ku wek mertalekê li dijî polîtîkayên pişaftinê bisekine, zimanê kurdî biparêze, bi pêş bixe û bingeha zimanê kurdî ava bike. Bi vê mebestê li gelek deveran hat avakirin. Li bajarên Kurdistanê û bajarên Tirkiyê 37 şaxên KURDÎ-DER'ê hatin vekirin û xebatên xwe birêve birin. Bi hezaran keç û xortên gelê kurd ji bo ziman têdigihîştin. Êdî gelê kurd KURDÎ-DER'ê ji xwe re wek dibistaneke alternatif didît û zarokên xwe dişand.”
'LI SÊ DIBISTANAN 800 XWENDEKAR GIHÎŞTIN'
Ronî vekirina dibistanên li Amedê Dibistana Ş. Ferzad Kemanger, li Cizîrê Dibistana Bêrîvan û li Geverê Dibistana Dayika Uveyş bi bîr xist û wiha got: "Li her sê dibistanan bi qasî 800 xwendekar ango zarokên kurd têgihîştin. Xelkê me wek lehiyê zarokên xwe dişandin van dibistanan. Dibistan ji gel re bûbûn hêvî. Çawa dewletê girêdana gel ya ji bo van saziyan dît, êrîş li van dibistanan hat kirin. Gel xwedî li dibistanên xwe derket. Her çiqas dibistan hatin mohrkirin jî lê perwerdehiyê dewam kir. Herî dawî hemû saziyên ku xizmeta zimanê kurdî dikirin bûn hedefa dewletê û hikumeta AKP'ê û di sala 2016’an de hatin girtin."
'ÇAND ZİMAN Û NASNAME YEK IN WEKE LAŞ HEV TEMAM DIKIN'
Ronî destnîşan kir ku ziman destpêka mirovbûnê, bingeha zanîn û şaristaniyê ye û wiha domand: "Gava ku di jiyana gelekê de zimanê wî kêm be ew jiyan weke jiyaneke azad nayê hesibandin. Ji ber wê jî mirov bi peyvê dibe mirov bi axaftinê dibe civak her wiha bi zimanê xwe jî dibe gel û netewe. Dema perwerdehiya bi ziman tune be kurd wekî ku masiyê ji avê derkeve bê rih û bê can dimînin. Niha sazî, dezgeh, tor û platformên ziman ên gelê kurd peyama têkoşîneke bi biryar dide. Gelê kurd dest ji sazîbûna zimanî berneda. Ji sala 1999’an heta vê gavê 21’ê Sibatê li tevahiya cîhanê tê pîrzokirin. Lê em dikarin vê rojê weke roja zimanên bindest ên ku tên asîmîlekirin û tên înkarkirin binav bikin. Em di têkoşîn û berxwedana xwe de bi israr bin dê azadbûna zimanê me jî nêzîk be. Niha em dibînin ku li rojavayê Tirkiyê her roj ciwanên kurd ji ber ku bi zimanê xwe diaxivin an jî muzîka guhdar dikin rastî êrîşa tên. Tenê ji bo kurdî diaxivin rastî van êrîşan tên. Ev ji dide nîşan dan ku ziman bi xwe bîrdoziyê. Nasnameya gel e. Ew jî êrişî nasnemeyê dikin. Çand, ziman û nasname yek in weke laş hevdû temam dikin.”
'XEBATÊN AKADEMÎK BIRÊVE DIBIR'
Îbrahîm Xelîl Taş jî ku Hevserokatiya Akademiya Ehmedê Xanê ya ku hat girtin têkildarî xebatên akademiyê û ziman axivî. Taş diyar kir ku wan tenê perwerdeya ziman dida kesên ku endamên akademiyê bûn û wiha got: “Xebatên me li ser wêje, ziman û dîrokê bûn. Kesên ku dibûn endamên me me wan perwerde dikirin. Akademiya me di asta zanîstî de li ser çand û ziman lêkolîn dikirin. Ji bo xebatê me karbeşiyek kir. Ewil me got em ê ferhengeke berfireh ya li ser rêziman û têgehan amade bikin. Me xwest di serî de rê li ber pêşiya pişaftin û xwe pişaftinê bigirin. Me xwest hişmendiya neteweyî pêş bixin. Bi karê akademiyê hindik be jî me hişmendiyek ava kir. Akademiya me piştî hewldana darbeya 15’ê Tîrmehê bi KHK’ê hat girtin. Planên ku me danîn pêşiya xwe nîvco man.”
'DI HIŞMENDIYA WAN DE DIJBERIYA ÇAND Û ZIMANÊ KURDÎ HEYE'
Taş anî ziman ku AKP dema hat desthilatdariyê di aliyê demokrasi û azadiya mafan de hin hêvî pêş xistin û pişt re jî dijberê tiştên difikirî gav avêt. Taş diyar kir ku ji ber ku feraseta fermî di hemû partiyên tên desthilatdariyê de yek înkar û pişaftina li hember kurdî naguhere û got: "Dîtîn ku kurd di warê çand û ziman de pêşdikevin û gavan diavêjin li çand û zimanê xwe xwedî derdikevin. Hikumetê polîtîkayên xwe guhertin ji ber ku di hişmendiya wan de hertim dijberiya çand û zimanê kurdî heye. Ji bona ku asîmîlasyona xwe berdewam bikin akademî girtin."
Taş got ew bi wesîleya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê dixwazin ku her kurd li dijî pişaftinê mala xwe bike dibistanên kurdî.