STENBOL – Rêxistina HDP’ê ya Stenbolê bi boneya beşdariya 4’emîn Kongreya Asayî ya dê di 23’ê SibatÂe de li Enqereyê pêk were belavok belav kirin.
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dê di 23’ê Sibatê de li Enqereyê 4’emîn Kongreya Asayî pêk bîne. Rêxistina HDP’ê ya Stenbolê bi boneya beşdariya kongreyê li ber avahiya xwe daxuyanî da çapemeniyê. Parlamenterên HDP’ê û gelek welatî beşdarî daxuyaniyê bûn.
Hevseroka Rêxistina HDP’a Stenbolê Elîf Bûlût banga beşdariya kongreyê li gel kir. Bûlût got ew ji bo mêvanên xwe dê otobusan bişînin Enqereyê.
‘EM Ê LI MEYDANAN BIN’
Parlamenterê HDP’ê yê Êlihê Necdet Îpekyuz jî di daxuyaniyê de axivî û got ew ji bo biratiyê, aştiyê û demokrasiyê di 23’ê sibatê de li Enqereyê kom dibin û rikberên wan çi dikin bila bikin dê li meydanan têkoşîna xwe dewam bikin.
Parlamenterê HDP’ê yê Stenbolê Ahmet Şik jî axivî û got ew wek muxalefeta ku îqtîdarê ditirsînin dê li Enqereyê bin.
BANGA BEŞDARIYÊ LI XELKÊ KIRIN
Piştî daxuyaniyê HDP’yî çûn Kolana Îstîklala Taksîmê û belavokan li xelkê belav kirin û xelkê vexwendin kongreya HDP’ê.