AMED - Qeyûmê Şaredariya Peyasê Unal Koç ê heta niha gelek mal û milkên şaredariyê dewrî midûriyeta polîsan û dîyanetê kiribûn, niha jî hemû midûriyetên li Qeymeqamiya Peyasê dikişîne avahiya Şaredariyê ya Peyasê.
Di sala 2016'an de Qeyûm tayînî Şaredariya Peyasê kirin û gelek mal û milkê şaredariyê dewrî midûriyeta polîsan û diyanetê kiribûn. HDP'ê di hilbijartina 31'ê Adarê de dîsa şaredariya Peyasê ji destê qeyûm girtibû. Di 21'ê Cotmeha 2019'an de jî dîsa qeyûm Unal Koç tayînî şûna Hevşaredarên HDP'ê kiribûn. Niha jî qeyûmê Peyasê Unal Koç, avahiya şaredariya Peyasê ji bo midûriyetên li Qeymeqamiya peyasê tahsîs kirin. Qeyûm Midûriyeta Nifûsê, Midûriyeta Daristan û Çandiniyê yên li Qeymeqamiyê dikişîne avahiya Xizmetê ya Şaredariya Peyasê.