STENBOL - Dadgeha Cezayê Asliye ya Bakirkoyê, der barê Rojnameger û Xwediya Îmtîyazê ya Rojnameya Karinca Necla Demir de ji ber nûçeyên di malpera rojnameyê de hatin weşandin bi îdîaya "Heqaret li Serokomar kiriye" doz vekir.
Serdozgeriya Komarê ya Bakirkoyê der barê Rojnameger û Xwediya Îmtîyazê ya Rojnameya Karinca Necla Demir de ji ber nûçeyên di malpera rojnameyê de hatin weşandin bi îdîaya "Heqaret li Serokomar kiriye" îdîaname amadekir. Li ser kesê bê nav ê li CÎMER’ê gilî kir, dozger bi îdîaya "Gel li kîn û dijminantiyê sor kiriye" û "Heqaret li Serokomar kiriye" îdîaname amade kir û pêşkêşî 8’emîn Dadgeha Cezayên Asliye ya Bakirkoyê kir. Dadgeha Bakirkoyê jî îdîaname qebûl kir û li Demîr doz vekir. Deyemîn Danişîna doza Necla Demîr dê di 13'ê Gulanê de bê dîtin.