ŞIRNEX - Welatiyê bi navê Nezîr K. xwe ji qata 4’emîn a avahiya Qeymeqamtiyê avêt.
Welatiyê bi navê Nezîr K. xwe ji qata 4’emîn a avahiya Qeymeqamtiya Navçeya Cizîr a Şirnexê avêt û întîxar kir. Ekîbên hatin cihê bûyerê Nezîr K. rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê. Derbarê rewşa tenduristiya K. de heya niha tu daxuyanî nehatiye dayîn.
Parlamenterê HDP’ê yê Bajêr Huseyîn Kaçmaz, li ser hesabê xwe yê medya civakî ragihand ku Nezîr K. jiyana xwe ji dest daye.