ŞIRNEX - Ambargoya li ser Kampa Penaberan a Mexmûrê ya di 2'ê Sibatê de rastî êrîşa DAIŞ'ê hat, 8 meh in didome. Ji ber ambargo û dorpêça li ser Mexmûrê nexweş nikarin biçin nexweşxaneyê. Welatiyê kampê Serhat Taş, anî ziman ku ji ber nexweş nikarin biçin nexweşxaneyê 6 zarokan jiyana xwe ji dest dan.
Dorpêça li ser Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) 8 mehin didome. Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji 17'ê Tîrmeha 2019’an heya niha ambargo daniye ser Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr). Wargeha ku di sala 1990'an de hat avakirin, ji 12 hezar şêniyan pêktê. Kamp di sala 1998'an de ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY) ve hat qebûlkirin û ket bin parastina NY'ê. Piştî bûyera Hokkabaz a Hewlêrê ku çend ciwanên Kurd Berpirsê MÎT’ê yê Başûr Osman Kose kuştibûn şûnde, bi hinceta ku peywendiya bûyerê bi wargehê re heye, Hikûmeta Herêma Kurdistanê ambargoyeke dijwar daniye ser wargehê. Ji ber ambargoyê her ku diçe rewşa wargehê xerab dibe û DAIŞ jî weke firset dibîne û ji wê demê ve du caran êriş biriye li ser. Herî dawî DAIŞ'ê di 2'ê Sibatê de dîsa êrîşî wargehê kiribû. Ambargo 8 mehin didome. Ji ber ambargoyê bi hezaran karker ji karê xwe bûne, nexweşên lezgîn û kesên nexweşiyên xwe yên kronîk hene, nikarin biçin nexweşxaneyê û xwendekar jî dibin zext û gefan de xwendina xwe didomînin. Ji ber asayîşa Hewlêrê rê nade nexweşan heya niha nêzî 6 zarok yan di zikê dayîka xwede mirine yanjî ji ber dereng gihîştine nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dane.
Tevî hemû nerazîbûnên gelê wargehê û piştgiriya hinek parlementerên Başûrê Kurdistanê jî ambargoya li ser wargehê her diçe tê dijwar kirin. Balkêşe ku di paralela ambargoyê de êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li dijî kampê û liv û tevgera balafirên sîxûrî û şer yên li ser wargehê jî zêde bûne. Di 28’ê Çile de komek çeteyên DAIŞ’ê xwestin bikevin wargeha Mexmûrê û komkujî pêkbînin. Lê şivanên wargehê yên pezê xwe ji derveyî wargehê diçêrandin, piştî çeteyan ferq dikin û gule li wan dibarînin, paşde direvin û hewldana êrîşê pûç dibe. Piştî çend rojan carek din dîsa ji aliyê Başûrê wargehê ve êrîş li dijî kampê pêkhat. Koma çeteyan ku xwestin bikevin wargehê û êrîş pêkbînin, rastê şivanên wargehê hat. Hêzên Parastina Cewherî û ekîbên tendûristiyê berê xwe dan cihê bûyerê û pevçûn derket. Di bûyerê de 2 êrîşkar hatin kuştin.
Tekildarî ambargoya heyî şêniyê Kampê Serhat Taş (26), diyar kir ku mezin û biçûk gelek kesên nexweş ji ber dorpêçê jiyana xwe ji dest dane. Taş, anî ziman ku li kampê kesên nexweşên dil, tansiyon û wekî din hene. Hin kesan di rêde jiyana xwe ji dest dane. Asayişa Hewlerê kamp dorpêç kiriye. Kesên diçin kampê wan naxin gundir. Destûr nadin kesên kampê jî derkevin derve. Kesên nexweş nikarin biçin nexweşxaneyê. Rojên borî DAIŞ'ê êrîş kir û welatî birîndar bûn. Welatiyên birîndar nikarin biçin nexweşxaneyê."
QAMP BÛYE GIRTÎGEHA VEKIRÎ
Ahmet Acar ê 32 salî jî anî ziman ku bavê wî di êrîşa DAIŞ'ê de birindar bû û wiha got: "Herî dawî di 12'ê Sibatê de çûm Qampê. Li qamşê şert û mercê jiyanê pir zor û zahmet e. Kes nikare derkeve dervê qambê. Qamp gelek caran rastî êrîşên DAIŞ'ê hatine. Niha mirovên li qampê wekî li girtîgeha vekirî bin. Divê ambargo bi dawî bibe û şert û mercên qampê bên başkirin."