KONYA - Li Konyayê ajokarê kamyonê M.Ç. ji ber qeyrana aborî întîxar kir.
Li garaja kamyonan a Konyayê ajokarê kamyonê yê 37 salî M.Ç. ji ber qeyrana aborî dawî li jiyana xwe anî. M.Ç, yê kamyona wî xera bû û bi piştgiriya hevalên xwe kamyona xwe tamîr kir, ji ber nekarî debara xwe bike dawî li jiyana xwe anî. Hevalên M.Ç. yên xwe gihandin cenaze agahî dan polîsan û yekîneyên tenduristiyê. Yekîneyên tenduristiyê piştî hatin cihê bûyerê, dîtin ku M.Ç. jiyana xwe ji dest daye. Cenazeyê M.Ç., ji bo otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Numune ya Konyayê.
Parlamenterê CHP'ê yê Îzmirê Erdal Aksunger, li ser hesabê xwe yê twitterê bertek nîşanî AKP'ê da û got: "Li Konyayê ajokarê kamyonê xwe darve kir û dawî li jiyana xwe anî.Vir cihê çare lê xelas bûne ye. Li cihê mirov dawî li jiyana xwe tînin AKP'yiyên dibêjin ‘şovê nekin' hene. Şerm bikin. Bi rastî jî eyb e."
Hefteya borî jî li pêş Walîtiya Hatayê welatî Adem Yarici got "Zarokên min birçî ne" û dawî li jiyana xwe anîbû.