AGIRÎ - Li Agiriyê, Serokê Şaxa DÎSK'ê Ersîn Erîncîk, Hevserokê Navçeya Navendî ya HDP'ê Îsmaîl Çîftçî û rêveberê navçeya navendî Eşref Yildirim ku di 12'ê Sibatê de hatibûn binçavkirin hatin girtin.
Li Agiriyê polîsan di 12'ê Sibatê de avêtibû ser malan û 6 kes binçav kiribûn. Di avêtina ser malan de Serokê Şaxa DÎSK'ê Ersîn Erîncîk, Hevserokê HDP'a Navçeya Navendî Îsmaîl Çîftçî, rêveberê navçeya navendî Omer Taş û Eşref Yildirim, Endamê Meclîsa Giştî ya Bajêr Sabrî Taşdemîr û rêveberê berê yê DBP'ê Hamît Taşdemîr hatibûn binçavkirin. Piştî îfadeya li Midûriyeta Emniyetê ya Agiriyê sewqî edlliyeyê hatin kirin.
Dadgeriya Sulhê ya Nobedar Eşref Yildirim, Îsmaîl Çîftçî, Ersîn Erîncîk girt û Sabrî Taşdemîr, Omer Taş û Hamît Taşdemîr jî bi şertê kontrolkirina edlî berda.