Parêzerê Ocalan Kanar: Darizandin ji serî heta binî bêhiqûqî bû

  • rojane
  • 09:11 14 Sibat 2020
  • |
img

STENBOL – Parêzer Ercan Kanar, destnîşan kir ku girtina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û darizandina wî dijî hiqûqê ye û got, biryar beriya darizandinê hatiye dayîn, lê dîsa jî kesên komploger negihaştine armanca xwe. 

Di ser komploya navdewletî ku di 15'ê Sibata 1999'an de li dor Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat çêkirin 21 sal derbas bûn. Ji roja ku Ocalan radestî Tirkiyeyê hatiye kirin heta niha di Girtîgeha Îmraliyê de ye. Parêzer Ercan Kanar ku heta niha 13 caran hevdîtin bi Ocalan re çê kiriye, destnîşan kir ku kesên komplo amade kirine negihaştine armanca xwe. 
 
Kanar, diyar kir ku piştî Ocalan radestî Tirkiyeyê hatiye kirin danişîna ewil li Enqereyê hatiye lidarxistin û serfermandarê Tirkiyeyê zext li darazê kirine û hatiye xwestin doz bi rê û rêbazên devkî bê meşandin. Kanar, destnîşan kir ku Ocalan bi rê û rêbazên qorsan hatiye revandin û ardestî Tirkiyeyê hatiye kirin û got: "Tiştekî bi vî rengî di dema rejîma spî de li Afrîkaya Başûr ji bo şervanekî rizgariya neteweyî jî pêk hatibû. Dadgeha bilind gotibû, revandina bi vî rengî dijî hiqûqê ye. Me ev biryara navbirî ji bo Ocalan berpêşî dadgehê kiribû." 
 
‘DIJÎ HIQÛQÊ YE’
 
Kanar, anî ziman ku darizandina Ocalan bi her awayî dijî hiqûqê ye û got: "Di danişîna ewil a li Enqereyê hat lidarxistin de, min got 'Pîvanên hiqûqa nivîskî bi her awayî hatine binpêkirin.' Çimkî berê der barê Ocalan de 4 biryarên xiyabî yên girtinê hebûn, lê belê rabûn ew binçavkirin. Halbûkî li gor hiqûqa nivîskî kesê ku der barê wî de biryara girtinê ya xiyabî hebe, ew kes nayê binçavkirin. Lê belê ev rêgez di şexsê Ocalan de hatibû binpêkirin. Bêhiqûqîtiyeke din jî ew bû ku doz li cihekî din dihat lidarxistin. Yanî Ocalan li Îmraliyê bû. Girtîgeha Îmraliyê jî li Herêma Marmarayê ye. Lê doz li Enqereyê hat lidarxistin. Ev dijî hiqûqê ye. Me xwest doz li Amedê bê lidarxistin ku tê gotin kiryar herî zêde li Amedê pêk hatine. Çawa ji nav devê kin navê Amedê derket, ên li eywanê heste, kfirtî, perê hesin û çerçîfeyên wêneyên eskerên miribûn avêtin me. Heyet ji tirsa ji eywanê derket çû odeya xwe. Polîs jî qaşo ji bo me biparêzin em birin nezaretxaneyê. Paşê mînîbuseke kevn a emniyetê anîn ku qoltixên wê tunebûn û em lê siwar kirin. Gava em lê siwar bûn polîsan li nigên me dan. Dû re li Enqereyê em li semteke ku piraanî MHP'î lê bûn danîn. Gava em danîn jî polîsan li me xist. Yanî her tişt bi hesab û kîtab hatibû kirin." 
 
‘TIŞTÊN BALKÊŞ QEWIMÎN' 
 
Kanar, diyar kir ku wan ev bêhiqûqîtî di danişîna ewil a li Îmraliyê de jî anîne ziman û got: "Li wir min helwesta dadgehê şermezar kiribû û ji eywanê derketibûm. Paşê Ocalan gazî min kir û xwest biçim danişîna li Romayê. Ez li Romayê tev li danişîna îltîcayê ya Ocalan bûm. Paşê Ocalan dîsa gazî min kir û xwest parêziya wî ya li Dadgeha Bilind bikim." 
 
Kanar, anî ziman ku li Dadgeha Bilind hem wan hem jî Ocalan parastineke dûndirêj kirine û got: "Dîsa jî min parastineke nivîskî ku ji sed rûpelî pêk dihat da. Ocalan di parastina xwe de gotibû, 'Heger hûn ê bi darve bikin bikin.' Lê belê wê rojê tiştekî balkêş qewimî. Li eywana danişînê ya Dadgeha Bilind çapemeniya cîhanê hebû. Tam di orta parastinê de xener hat ku Ahmet Taner Kişlali miriye. Wê rojê qewimîna tiştekî bi vî rengî pir ecêb bû. Gava ev xeber hat nîviyê eywanê vala bû. Heger ew bûyer neqewimiyana wê hem parastina Ocalan hem jî ya me di çapemeniyê de bi awayekî berfireh cî bigirtana. Lê belê ji ber wê bûyerê çê nebû. Me bi awayekî dûndirêj parastin kir û got, pirsgirêka sereke pirsgirêka kurd e, rêgeza sereke ya hiqûqê hatiye binpêkirin û ev jî pratîka hiqûqa dijminatiyê ye." 
 
‘BIRYAR BERIYA DARIZANDINÊ HATIBÛ DAYÎN' 
 
Kanar, gotinên Bulent Ecevît ên wê demê bibîr xistin ku gotibû "Em ê di mehekê de vê darizandinê biqedînin" û got: "Îqtîdara siyasî darizandin bi temamî xistibû bin kontrola xwe. Ji xwe li Tirkiyeyê tu wextî darizandin ne darizandineke serbixwe û bêalî ye. Ji bo Ocalan jî beriya darizandinê biryar hatibû dayîn. Mesela, gava hat gotin wê doz di nav mehekê de bi dawî bibe, me jî xwe li gor wê eyar kir û em rabûn li Bûrsayê ji bo mayînê li oetelê geriyan. Wê çaxê Kemal Yazici Midûrê Emniyeta Bûrsayê bû. Yazici, talîmat şand ji hemû otelan re û gotibû, 'hûn ê cih nedin parêzeêrn Ocalan.' Otelên xwediyên wan kurd jî di nav de kesî cih neda me. Paşê jî dosyeyên girîng ên dozê nedan Ocalan. Em beriya danişînê bi deh rojan çûn cem serokê dadgehê. Me jê re got, 'Mafê ji bo dizekî tên dayîn ji bo muwekîlê me nayên dayîn. Ev dozeke siyasî û girîng e.' Serokê Dadgehê got, 'yanî tu dixwazî bêjî çi?' Min jî got, 'Dosyeyeke 60 klasorî heye, lê fotokopiya wan jî endane me.' Serokê dadgehê got, 'Me jî enxwendiye, mêze hê jî di kîsan de ne. Ji xwe hemû wek hev in.' wê çaxê min jî ji hevaln re got, 'Hadê em biçin, kar qediyaye.' Tiştên pêk dihatên rêbazên engîzîsyonê bûn. Yanî hê di destpêkê de biryar hatibû dayîn. Ocalan, tu carî bi awayekî adil nehatiye darizandin. Rê û rêbazên darizandineke adil di şexsê Ocalan de hemû hatibûn binpêkirin. Ji xwe ji destpêkê ve her tişt hatibû eyrakirin. Tenê ji bo raya giştî rihet bikin darizandineke wiha dikirin." 
 
Kanar, anî ziman ku paşê doz çûye Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û got, DMME'yê jî diyar kiriye ku xala 5'an hatiye binpêkirin. Kanar, destnîşan kir ku piştî biryara DMME'yê diviya darizandin ji nû ve dest pê bikirana û got: "Lê belê Tirkiye, ji bo Ocalan ji nû ve neyê darizandin zûzûka qanûneke taybet çê kir. Ji bo wê guherandin hin dîrok diyar kirin. Tiştên wekî 'Kesên di vê navberê de ceza li wan hatibe birîn ne tê de, heger paşê DMME biryara ji bo jinûvedarizandinê bide wê bên darizandin.' Yanî ji bo Ocalan ku em dibêjin 'qanûnên 1'ê Hezîranê' hatin çêkirin. Halbûkî ji kesan bi taybetî qanûn nayên çêkirin. Ev ancax li welatên faşîst û dîktator tên çêkirin." 
 
‘GELEK XAL HATIN BINPÊKIRIN' 
 
Kanar, destnîşan kir di şexsê Ocalan de gelek xalên DMME'yê hatine binpêkirin û got: "Hin biryarên DMME'yê hene ku gava kesek ji sê mehan zêdetir bi tena serê xwe di odeyekê de bimîne ev îşkence ye û mafê wî yê jiyanê dixe bin xetereyê. Lê niha li ber me pêkanîneke hucreyî ya 21 salan heye. Qayde û pîvaneke desteya înfazê ya cezayê heye. Sûc û ceza çi dibe bila bibe divê di înfazê de rêgeza wekheviyê pêk bê. Yanî du qanûnên înfazê, sê qanûnên înfazê nabin." 
 
‘KESÊN KOMPLO AMADE KIRIN NEGIHAŞTIN ARMANCA XWE' 
 
Kanar, destnîşan kir ku 21 sal in Ocalan li Îmraliyê ye û bi awayekî pir giran tê tecrîdkirin û got: "Lê dîsa jî komploger negihşatin armanca xwe. Divê êdî Ocalan bê berdan. Ji bo kurd û tirk bi awayekî dostene bijîn, tekane rêya mayînde aştî ye. Lê mixabin îqtîdara heyî her diçe teslîmî MHP'ê dibe û polîtîkayên şerî zêdetir dike." 
 
MA / Ferhat Çelîk
 
 
 
 

Sernavên din

19/04/2024
15:14 Sîteya 186 kesan lê jiyana xwe ji dest dayî qaçax hatiye çêkirin
15:05 Derbarê welatiyê got ku ‘Biaxive tu ji kû yî’ de lêpirsîn hate destpêkirin
14:55 Li Rihayê cînayeta kar
14:36 Ji Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrsînê banga 1’ê Gulanê
14:26 Berdana Karataş ê 30 sal in girtî ye 6 mehan hate taloqkirin
14:19 Li navçeyê Tûşba û Artemêtê mirinên biguman
14:00 Li Sûriyeyê êrişa DAIŞ’ê: 28 leşker û milis mirin
13:46 Yildiz a di encama tundiya mêr de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
13:40 AYM’ê têkildarî belavkirina belavokan a li zanîngehan biryar da
12:16 Berî ku cenazeyê lawê xwe bigire jiyana xwe ji dest da
11:37 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:35 Li cihê karesata madenê lê pêk hat cenazeyê kesekî din hate dîtin
11:23 Talha Ç. li Konyayê dapîra xwe qetil kir
11:21 Li Egeyê bi pileya 4.5’ê erdhej çêbû
11:07 Di êrişa dewleta tirk de pêşmergeyekî jiyana xwe ji dest da
10:34 Hatîmogûllari: Encamên hilbijartinê hêviya me mezin kir
10:22 Li Bolûyê tundiya mêr: 2 kes hatin qetilkirin
10:21 Li ser îfadeyên îtîrafkaran daxwaza cezayê muebeda giran
10:00 Halîse Aksoy hate berdan
09:48 Çapemeniya DYA’yê: Îsraîlê li Îranê xist
09:47 ‘MEB bi projeyên cuda cemaet û îstîxbaratê têxe nava dibistanan’
09:30 Li çiyayên bilind ên Pasûrê dema giyayê Zuzaxê ye
09:28 Deynê Şaredariya Bajaroka Ziyaretê 36 milyon e: Xizmeta nehatiye kirin
09:15 Rojnameger Silêman Ehmed 178 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:10 Çalakiya girtiyên siyasî ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:09 Çalakgerên Nobeda Edaletê: Wê têkoşîn bidome
09:02 'Çareseriya pirsgirêkên sed salan paradîgmaya Neteweya Demokratîk e'
09:01 Mizgîndêrên biharê berfîn vekirin
09:00 ROJEVA 19’Ê NÎSANA 2024’AN
08:39 Endamên Komîsyona Îlîçê ya Meclisê di Rojnameya Fermî de ne
08:38 Li Kenyayê qezaya helîkopterê: Serfermandarê artêşê û 10 leşker mirin
08:28 Li dijî Kobanê bi SÎHA’yan êriş hate kirin
08:27 Amerîkayê endamtiya Filistînê ya NY’yê veto kir
18/04/2024
23:04 9’emîn Mihrîcana Şanoya Amedê dest pê kir
20:34 Erdogan, hevdîtin bi serokê AYM'ê re kir
20:09 Şaredariya AKP’î xweliya komirê rijand çem
19:37 DEM Partî û OHD çûn serdana Emîne Şenyaşarê
19:33 Jinan ji Amedê bang kir: Em ê li dijî feraseta serdest têbikoşin
19:31 Li Tokatê erdhej çêbû
16:16 Derket holê ku 5 stûnên hotêla 21 kes lê miribûn kêm bûn
16:01 Li Amedê qeza çêbû: 2 jê zarok 10 kes birîndar bûn
15:56 Di lêpirsîna ‘îhaleyê’ ya MEB’ê de 3 kes hatin binçavkirin
15:42 Peykerê jina ku Beyoglû yê AKP’î rakiribû jinûve hate danîn
15:17 Rêveberiya Xweser bi hikûmeta Şamê re hevdîtin kir
14:59 Qeyûmê Êlihê li pey xwe 3 milyar û 53 milyon û 970 hezar TL deyn hişt
14:59 Li Wanê ji bo mitînga herêmî ya 1’ê Gulanê bang hate kirin
14:45 Rêveberiya AKP’ê wesayitên şaredariyê ji hev kirine
14:36 Ji ber şopandina tacîza çawişê pispor gef li Baroya Şirnexê hatin xwarin
14:29 Di kolandina qaçax de 3 kesan jiyana xwe ji dest da
14:11 AKP’iyên bi dengên veguhestî hatin hilbijartin hevdu bi ‘karên qirêjî’ sûcdar kirin
14:10 Derbarê rojnamevan Gultekînê de biryara beraetê hate dayîn
12:56 Serokwekîlê koma CHP’ê yê nû diyar bû
12:42 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:47 Ji ber hezazê rêya di navbera Wan-Geverê de hate girtin
11:45 Talana AKP’iyan li ser bîllboardan hate teşhîrkirin
11:22 Salek cezayê hefsê û 17 hezar lîre cezayê pere li rojnamevan Yalçin hate birîn
11:05 MYK’a DEM Partiyê civiya
11:00 Kolberek hate qetilkirin kolberek jî winda ye
10:52 Têkildarî tecrîda li Îmraliyê bi CPT’ê re hevdîtin hate kirin
10:37 Leşkerê ji ber êrişa zayendî hate girtin parastina ‘ez mirovekî rêzdar im’ kir
10:37 Turnuvaya Gulistan Dokuyê: Em ê li dijî şerê taybet dakevin sehayan
10:13 Di doza Remziye Bor de li benda biryara AYM’ê ne: Divê nebe dosyaya kiryarnediyar
10:04 Qeyûm ji bo mitînga Erdogan û diyariyan 8 milyon û 886 hezar lîre xerc kiriye
09:39 Axtamara bi biharê re xemilî
09:29 Ozûgûrlû: Roja ku çarenûsa vê erdnîgariyê ji aliyê mirovên vê erdnîgariyê ve bê diyarkirin wê pirsgirêk nemînin
09:23 Bertek nîşanî projeya 'zarokan' a MÎT'ê dan: Perwerde karê perwerdekaran e
09:06 Dê rojên ‘Diyaloga bi Ocalan re’ ya navneteweyî bên lidarxistin
09:04 Dayikên Aştiyê yên Êlihê: Çalakiya girtiyan peyama 'tevbigere' ye
09:03 Rojnamevan Oynaş: Li girtîgehê li hemberî zextan berxwedan zêde bûye
09:02 Rojnameger Silêman Ehmed 177 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:02 Girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan 144 roj in di çalakiyê de ne
09:01 ROJEVA 18’Ê NÎSANA 2024’AN
08:53 Piştî erdhejê li Tokatê navber dan perwerdeyê
17/04/2024
22:55 Li Şengalê pîrozbahiyên Cejna Çarşema Serê Nîsanê
20:55 Êrişî Binarê Qendîlê hat kirin
20:30 Li Cenevreyê bang li CPT'yê kirin: Dawî li îşknecya tecrîdê biînin
19:06 Çalakiya Emîne Şenyaşarê di roja 78'emîn de didome
17:12 Di Doza Kobanê de kes nehate berdan
16:55 Deynên qeyûmê Misircê bi bilboardê ve hatin daliqandin
16:39 Sirri Sureya Onder di rûniştina Meclisê de aciz bû
16:17 Hizbullaha Lubnanê bakurê Îsraîlê bombebaran kir
16:12 Li Hezexê pîrozbahiya Cejna Çarşema Sor a rengîn
16:11 Bafil Talbanî: Dê hilbijartin di dema xwe de werin kirin
16:00 Qeyûm 2 roj berî hilbijartinê hemû qeydên kamerayan da jêkirin
15:52 Li Colemêrgê 3 herêm weke ‘herêma ewlehiya taybet’ hatin îlankirin
15:51 Serokê AKP’î 4 karan dikir: Ji kar hate girtin
15:50 Parêzer û malbata Abdullah Ocalan li KE’yê ne: Hûn dikarin vê bêhiqûqiyê rawestînin
15:28 Bi rojan e agahî ji Weliyê ku dîmenên wî yên îşkenceyê derketibûn holê nayê girtin
15:27 YSK’ê îtîrazên Hatay û Orduyê red kirin
15:20 Berdana Rozerîn Kalkanê 11 mehan hate taloqkirin
14:59 Li Wêranşarê cara ewil Çarşema Sor hate pîrozkirin
14:54 Li Sudanê pevçûn: 25 sivîl hatin kuştin
14:14 Erdogan: Desthilata tekane serokkomar e
13:46 Doza Kobanê: 13 siyasetmedarên girtî tev li danişînê nebûn
13:45 Li Ûmmanê lêhî: 18 kes jiyana xwe ji dest dan
12:54 Wezîr Işikhan: Di meha tîrmehê de dê mûçeya kêmtirîn nayê zemkirin
12:27 Gardiyan gef 'îşkenceyê' li girtiyên jin xwarin
11:12 Qedexekirina ‘Bêrûyê’ bêhiqûqî hate dîtin
10:49 Îsraîlê êrişî Xezayê kir: 18 kes jiyana xwe ji dest dan
10:39 Ji AYM’ê biryara ‘cilên yekreng’