AMED – Li Amedê ji duh êvarê ve berf lê dike û bedenên Amedê bi spiya berfê xemilîne.
Li Amedê û navçeyên wê ji duh êvarê ve berf tê û rûyê erdê spî kir û stûriya xwe da nîşandan. Cihên ku herî xemla berfê lê xweşik e, bêguman navçeya Sûrê û taxên Şehîtlîk û Ben û Senê ne. Bedenên li derdora navçeya Sûra Amedê bi berfê spî bûne û xweşikiya xwe radixînin ber çavan.
Li taxên Ben û Senê û Şehîtlîkê hin welatî ser xêniyên xwe ji berfê paqij dikin û zarok jî li ber bedenan di nava berfê de dileyîzin.
Tûxlayên xêniyên li Ben û Sen û Şehîtlikê ku sor dikin bi spiya berfê xemilîne.
Guliyên darên li ber bedenan di bin berfê de mane û xweşikiya xwe dispêrin kevirên bedenên Amedê. Her çiqas berf tê û hewa sar e jî welatî diçin serdena bedenan û kêfxweşiya xwe nîşan didin û wêneyên xwe dikişînin.
MA / Bîlal Guldem