MÊRDÎN - Danişîna Hêvîdar Dolaşir a di Doza Nisêbînê ya ji hev hat cudakirin de, tê darizandin hat taloqkirin.
Di 26'ê Gulana 2016'an di dema qedexeya derketina derve ya Nisêbîn a Mêrdînê de 17 jê zarok 70 kes ji bajêr hatibûn derxistin û paşê doz li wan hatibû kirin. Yek ji van kesan jî Hêvîdar Dolaşir bû. Danişîna Dol a ji Doza Nisêbînê hatibû cudakirin, hat dîtin. Dolaşir beşdarî danişînê bû.
Danişînê piştî tespîta nasnameyê dest pê kir. Dolaşir di danişînê de parastin kir û wiha got: “Ji bo ku li dijî mutalaya dozger parastinê bikim, ez dem dixwazim.” Parêzerê beşdarî danişînê bû jî, ji bo amadekariya parastina li dijî mutalayê dem xwest.
Dadgehê daxwaza Dolaşir û parêzer qebûl kir û danişîn taloqî 4’ê Hezîranê kir.