MERSÎN - Ji damezrînerên Şaxa ÎHD'ê ya Mersînê Hanim Emgîllî jiyana xwe ji dest da
Ji damezrînerên Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Mersînê Hanim Emgîllî (86) ku demeke dirêj bû, li Nexweşxaneya Bajar a Mersînê tedawî didît, jiyana xwe ji dest da. Hat hînbûn ku Emgîllî ya salên dûr û dirêj parastina mafê mirovan kiriye, girêdayî emrê xwe li beşa lênêrîna awarte ya nexweşxaneyê hatiye girtin.
Cenazeyê Emgîllî dê îro li Goristana Akbelen a navçeya Toroslarê bê veşartin.