AGIRÎ - 8’emîn danişîna doza darizandina rojnameger Abdullah Kaya hat taloqkirin.
8’emîn danişîna doza derbarê nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Dîcle (DÎHA) ya ku bi Biryarnameya Hikmê Qanûnê (KHK) hat girtin Abdûllah Kaya de, bi îdîaya di kêşandina Mihrîcana Aştî û Xwezayê ya di 3’yê Îlona 2014’an a li Çiyayê Agiriyê hat lidar xistin de “Propagandeya rêxistinê kirin” hatibû vekirin, hat dîtin.
Danişîn li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Agiriyê hat dîtin. Kaya û parêzerê wî tevlî danişînê bûn.
Piştî tespîta nasnameyê Kaya parastin kir û wiha got: “Mîhrîcan bi destûra walîtiyê hat li darxistin. Min li wê derê xebatên xwe yên rojnamgertiyê kir. Ez niha ji ber xebatên xwe yên rojnamegertiyê têm darizandin. Ez îdîayên heyî qebûl nakim û beraeta xwe dixwazim.”
Şandeya dadgehê, biryar da ku îfadeya bersûcê din ê beşdarî danişînê ne bibû bê girtin û danişîn taloqî 14’ê Gulanê kir.