AMED – Şerîf Mesûtoglû yê ji kuştina Qeymeqamê Dêrikê Muhammed Safiturk tê darizandin bi daxwaza ku adil were darizandin di roja 229’emîn de çalakiya xwe ya greva birçîbûnê bi dawî kir.
Di 10’ê mijdara 2016’an de Qeymeqamê Dêrikê Muhammed Fatih Safiturk di êrişek bombeyî de li odeya xwe ya meqam hatibû kuştin. Doza bûyerê hatibû vekirin. Şerîf Mesûtoglû yê ji dozê dihat darizandin 2 caran cezayê muebetê yê girankirî lê hatibû birîn. Mesûoglû bi boneya adil were darizandin 229 roj berê dest bi greva birçîbûnê kiribû. Têkildarî mijarê Nûnertiya Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyê (TÎHV) a Amedê û Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê têkildarî mijarê daxuyaniyek nivîskî dan û ragihandin ku Mesûoglû dawî li çalakiya xwe ya greva birçîbûnê aniye.