Aldar Xelîl: Rêveberiya Sûriyeyê bi rêya Rûsyayê peyama 'Em ji diyalogê re amade ne' şand

  • rojane
  • 14:35 12 Sibat 2020
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN – Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê Aldar Xelîl, diyar kir rêveberiya Sûriyeyê bi navbeynkariya Rûsyayê ji wan re peyama “Em ji bo dîyalogê amedene” şandeye û got: “Em nabêjin çareserî pêş ket, lê qebûlkirina diyalog û müzakereye jî ev pêngaveke erêniye.”

Ji ber operasyonan li dijî bajarê Îdlibê, tasiyona dinavabera Rejîma Sûriyeyê û Tikriyeyê de bilindtir dibe. Endamê Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Aldar Xelîl, pêvajoya serkêjiya wê DYA û Rûsya dike ya li herêmê pêş dike, ji nûçegihanê ANF’ê Ersîn Çaksû re nirxand.  
 
Xelîl di destpêkê de bal kişand ser operasyona hêzên rejîmê ya li Idlibê ku bi piştgiriya Rûsyayê tê kirin û got, "Rejîm niha bi 7 kîlometreyan nêzî Idlibê bûye. Dibe ku yekser berê xwe nede Idlibê. Dibe ku ev rewş 6 mehên din jî dewam bike. Di rewşa heyî de rejîm û Rûsya wê hewl bidin rêyên M4 û M5 ewle bikin û piştre jî di encama hin bazariyan de berê xwe bidin Idlibê."
 
'DESTÊ ERDOGAN QESLE’
 
Xelîl bal kişand ser armancên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina herêmê, ku bi xewn û xeyalên Osmanî tevdigere û wiha axivî: "Erdogan dixwaze vê bike. Lê belê destê Erdogan qels e. Li Sûriyeyê kar li gorî dilê Erdogan nemeşiya, bi ya wî nebû. Ji ber vê yekê em dibêjin ku destê wî qels e. Niha Rûs vê peyamê didin Erdogan; 'Tu ewqasî bi pêş ve diçe, lê belê em ê rê nedin vê yekê'. Rûsya dibêje, li ser bingeha berjewendiyên her du aliyan me hin tawîz dan te, lê belê em ê rê nedin ku tu tevahiya herêmê dagir bike. Rûsyayê êdî derxistina dewleta Tirk ji Sûriyeyê xistiye rojeva xwe."
 
'JI BO AZADKIRINA EFRÎNÊ HÊVÎ MEZIN IN’
 
Xelîl li ser mijara azadkirina Efrînê jî wiha got: “Beriya her tiştî Efrîn, Girê Spî, Serêkaniyê, her wiha Cerablûs, Ezaz, Bab hemû ew dever in ku hatine dagirkirin. Divê bên azadkirin. Efrîn ew dever e ku em bi her awayî giraniya xwe didin ser azadkirina wê. Li qadên dîplomatîk, siyasî û leşkerî ji bo me mijara sereke ye. Ji bo me hinceta man û nemanê ye. Lê belê hin bûyerên li herêmê qewimîn û hevsengiyên rû dan azadkirina Efrînê dereng xistin. Lê belê dewamkirina operasyona azadkirina Idlibê, tengaviya rejîma Erdogan û hin faktorên din derfetên ji bo azadiya Efrînê diafirînin, hêviyê mezin dikin. Operasyona azadkirina Idlibê hîn temam nebûye. Piştî azadkirina Idlibê divê rejîm jî Rûsya jî ji bo bidawîbûna dagirkeriya li deverên din ên dagirkirî bang bikin. Ji xwe em ji bo vê têdikoşin. Erdogan jî hewl dide ku beşek ji Idlibê kontrol bike û bi vî rengî pêşî li qelsbûna destê xwe li Efrînê û herêmên din ên dagirkirî bigire. Naxwe ti derdekî wî yê ji bo parastina komên ji wan re dibêje mûxalîf nîne. Bi dîtina min Erdogan wê welê hêsan nikaribe lê bigire. Divê em jî vê rewşê rast binirxînin û bi lezgînî li dijî dagirkeriyê dest bi liv û tevgereke xurt bikin."
 
REJÎMÊ BI RÊYA RÛSYAYÊ PEYAMA DIYALOGÊ ŞAND
 
Der barê asta hevdîtinên bi rêveberiya Şamê re bi navbeynkariya Rûsyayê tên kirin Xelîl got, "Ji roja ku şerê Sûriyeyê dest pê kir û vir ve em dibêjin ku aliyên li Sûriyeyê divê li hev kom bibin û ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê bikevin nava hewldanan. Eger îro rejîm bi rêya Rûsyayê gotibe ez ji çareseriya siyasî re amade me, ev yek rê li ber çareseriyê vedike. Rejîmê işaretên erênî da. Em vê yekê li ser gotinên rayedarên Rûs dibêjin. Ev işaretek e. Lê belê nabe ku em vê yekê mezintir bibînin. Yanî ne tiştekî welê ye ku her tişt temam bûye, tifaq bûye, çareserî bûye. Lê belê qebûlkirina diyalog û danûstandinan gaveke erênî ye."
 
Xelîl diyar kir ku hîn gaveke pratîk nehatiye avêtin û got, "Lê belê em dikarin bêjin ku hewldanên ji bo çareseriya siyasî hene. Çima? Ji ber ku em xwedî proje ne. Em alîgirê wê ne ku pirsgirêka Kurd li Sûriyeyê bê çareserkirin. Bi dîtina me ev yek jî bi demokratîkbûna Sûriyeyê dibe. Heta ku pirsgirêka Kurd çareser nebe, nepêkane ku Sûriye demokratîk bibe. Her du bi hev ve girêdayî ne. Me her tim got ku em parçeyekî Sûriyeyê ne."
 
'HEWLDANÊN JI BO DIYALOGÊ DEWAM DIKIN'
 
Xelîl destnîşan kir ku ne tenê pêwîstiya wan bi vê heye, her wiha pêwîstiya rejîmê jî bi vê heye û got, "Rewşa siyasî, leşkerî û aborî ya welêt, krîzên li çar aliyên me li Iraq, Lubnan, Filistîn, dewleta Tirk û yên din vê yekê ferz dike. Şerê ku ji sala 2011'an ve li welêt diqewime, dibe sedem ku rejîm jî li hin rêyên çareseriyê û tifaqê bigere. Belê, niha nikare bê gotin ku li ser filan sernavan tifaq hatiye kirin. Lê belê hewldanên ji bo diyalogê dewam dikin. Ji bo pêkhatina diyalogê jî hêvî heye."
 
Xelîl anî ziman ku ew rewşeke bi vî rengî erênî dibînin û got, "Ji destpêka şerê Sûriyeyê ve em vê dibêjin. Ji ber ku li ti devera cîhanê çareseriya leşkerî bi tena serê xwe nebûye çareseriya dawiya dawî. Pêwîstî bi çareseriya siyasî heye. Mesela me xwest cihê xwe di nava komîteya nivîsandina Destûra Bingehîn de bigirin, her wiha xwestin ku tevlî civînên Cenevreyê bibin yên bi pêşengiya Neteweyên Yekbûyî pêk tên. Lê belê xuya ye ev bi dawî bûn, ya jî mîna berê wateya xwe nema. Çima? Ji ber ku dema ew mase danîn, 60 ji sedî yê welêt di destê wan hêzên ku ji wan re mûxalîf digotin, de bû. Lê belê niha tenê li Idlibê tengav bûne. Deverên din ên dagirkirî jî di destê dewleta Tirk de ye. Alî neman."
 
'DIVÊ NÊRÎNA ME HEBE'
 
Li ser pêvajoya nivîsandina destûra bingehîn Xelîl got, "Derdê me beriya çûyîna Cenevreyê, afirandina çareseriyekê ye. Eger em bi Şamê re li hev bikin û Şam Rêveberiya Xweser a li vir nas bike, eger lihevkirineke siyasî pêk were, hingî tiştên mîna Cenereyê wê zêde nebin pirsgirêk. Ji xwe kes niha qala Cenevreyê nake. Tiştekî welê wê bibe yan nebe ew jî nediyar e. Tişta ku niha di rojevê de ye nivîsandina destûra bingehîn a nû ye. Di pêvajoya nivîsandina destûra bingehîn de divê em hebin, yanî nêrîna me hebe. Tu yê li beşeke mezin a welêt rêveberiya serwer be, lê belê gotina te wê di destûra bingehîn a wî welatî de nebe, tiştekî bi vî rengî nabe. Ew jî bi gotina, em ê ji xwe re binivîsînim, hûn ê piştre qebûl bikin, nikarin me bixapînin. Her metna ku bêyî hebûna Rêveberiya Xweser bê nivîsandin wê seqet be."
 
Endamê Desteya TEV-DEM’ê Aldar Xelîl dest nîşan kir ku ji bo dema bê careke din şer dernekeve divê hiqûqek bê destnîşankirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji ber wê yekê em dibêjin, li şûna ku em û rejîm sibe dusib şer bikin em bibin tifaqa hev. Li aliyê din serketina siyasî ya Rêveberiya Xweser wê ji bo herêmên din ên Sûriyeyê, bibe modela xurtkirina yekbûn û yekîtiya welat."
 

Sernavên din

18/04/2024
09:04 Dayikên Aştiyê yên Êlihê: Çalakiya girtiyan peyama 'tevbigere' ye
09:03 Rojnamevan Oynaş: Li girtîgehê li hemberî zextan berxwedan zêde bûye
09:02 Rojnameger Silêman Ehmed 177 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:02 Girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan 144 roj in di çalakiyê de ne
09:01 ROJEVA 18’Ê NÎSANA 2024’AN
08:53 Piştî erdhejê li Tokatê navber dan perwerdeyê
17/04/2024
22:55 Li Şengalê pîrozbahiyên Cejna Çarşema Serê Nîsanê
20:55 Êrişî Binarê Qendîlê hat kirin
20:30 Li Cenevreyê bang li CPT'yê kirin: Dawî li îşknecya tecrîdê biînin
19:06 Çalakiya Emîne Şenyaşarê di roja 78'emîn de didome
17:12 Di Doza Kobanê de kes nehate berdan
16:55 Deynên qeyûmê Misircê bi bilboardê ve hatin daliqandin
16:39 Sirri Sureya Onder di rûniştina Meclisê de aciz bû
16:17 Hizbullaha Lubnanê bakurê Îsraîlê bombebaran kir
16:12 Li Hezexê pîrozbahiya Cejna Çarşema Sor a rengîn
16:11 Bafil Talbanî: Dê hilbijartin di dema xwe de werin kirin
16:00 Qeyûm 2 roj berî hilbijartinê hemû qeydên kamerayan da jêkirin
15:52 Li Colemêrgê 3 herêm weke ‘herêma ewlehiya taybet’ hatin îlankirin
15:51 Serokê AKP’î 4 karan dikir: Ji kar hate girtin
15:50 Parêzer û malbata Abdullah Ocalan li KE’yê ne: Hûn dikarin vê bêhiqûqiyê rawestînin
15:28 Bi rojan e agahî ji Weliyê ku dîmenên wî yên îşkenceyê derketibûn holê nayê girtin
15:27 YSK’ê îtîrazên Hatay û Orduyê red kirin
15:20 Berdana Rozerîn Kalkanê 11 mehan hate taloqkirin
14:59 Li Wêranşarê cara ewil Çarşema Sor hate pîrozkirin
14:54 Li Sudanê pevçûn: 25 sivîl hatin kuştin
14:14 Erdogan: Desthilata tekane serokkomar e
13:46 Doza Kobanê: 13 siyasetmedarên girtî tev li danişînê nebûn
13:45 Li Ûmmanê lêhî: 18 kes jiyana xwe ji dest dan
12:54 Wezîr Işikhan: Di meha tîrmehê de dê mûçeya kêmtirîn nayê zemkirin
12:27 Gardiyan gef 'îşkenceyê' li girtiyên jin xwarin
11:12 Qedexekirina ‘Bêrûyê’ bêhiqûqî hate dîtin
10:49 Îsraîlê êrişî Xezayê kir: 18 kes jiyana xwe ji dest dan
10:39 Ji AYM’ê biryara ‘cilên yekreng’
10:24 Li Giyadînê Hevserokê DEM Partiyê hate binçavkirin
10:23 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Doza Kobanê dikare veguhere firsendeke dîrokî
10:16 KNK: Çarşema Sor jî xwedî taybetmendiyek dînî, civakî û dîrokî ye
09:10 Rojnameger Silêman Ehmed 176 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:08 Girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan 143 roj in di çalakiyê de ne
09:06 Parêzer Kaya: Em ê ji bo Abdullah Ocalan serlêdanên nû bikin
09:04 Qeyûmên Mêrdînê 3 milyar û nîv TL deyn li dû xwe hiştin
09:02 Saziyên hiqûqê yên Rihayê: Bêhiqûqiya li girtîgehan pirsgirêka me hemûyan e
09:00 ROJEVA 17’Ê NÎSANA 2024’AN
08:56 Ketina Kato ji bo 15 rojan hate qedexekirin
16/04/2024
22:03 Ji jinan banga xweparastinê
19:24 Şenyaşarê tevî astengiya polîsan çalakiya xwe berdewam kir
19:22 YSK'ê îtîrazên ji bo 2 bajar, 11 navçe û 7 bajarokan red kir
18:09 Muhammed Orhan ê bûye remza berxwedana Wanê hate berdan
17:53 5 meh cezayê hefsê dan Leyla Guvenê
15:46 Li Amedê qezaya trafîkê: Mirî û birîndar hene!
15:32 Piştî hilbijartinê anketa nû: AKP li paş ket
15:04 Hamas: 33 hezar û 843 kes mirin
14:21 Banga 1’ê Gulanê: Em li dijî pergala bêedalet dakevin qadan
12:53 Hatîmogûllari: ‘Plana çokdanînê’ ya desthilatê têk çû
12:40 Danişîna doza 6 rojnamevanan hate taloqkirin
12:35 9'emîn Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê dest pê dike
12:03 Dayika girtiyê çalakger: Daxwazên wan daxwazên me ne
11:41 Parêzeran ji bo Îmraliyê serî li dozgeriyê û girtîgehê dan
11:36 BÎSAM: Sînorê xizaniyê 57 hezar û 578 lîre ye
11:25 TEV-ÇAND: Hozan Sefkan bingeha eniya çand û hunerê ava kir
11:04 Li Stenbolê polîsan bi ser malan de girtin
11:02 Di Doza Kobanê de wê sibê rewşa girtinê ya girtiyan bê nirxandin
10:24 Di bihayê zêr de rekoreke nû
09:08 Celadet Elî Bedirxan wê li Stenbolê bê bibîranîn
09:07 Rojnameger Silêman Ehmed 175 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:04 Girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di çalakiyê de ne
09:01 Li Hewselê kedeke zêde, heqdesteke kêm
09:00 Li Wêranşarê dê Çarşema Sor bê pîrozkirin
09:00 ROJEVE 16'Ê NÎSANA 2024'AN
08:42 Li Qilebanê qeza çêbû, 4 kesan jiyana xwe ji dest dan
08:31 DAIŞ’ê 100 pezên welatiyan dizîn
08:22 91 sazî û kesan ji bo Îmraliyê name ji CPT’yê re şand
15/04/2024
22:08 Li ber Konseya Ewropayê mîtînga ji bo Abdullah Ocalan: Em bêdengiyê qebûl nakin!
20:07 Li Şemzînanê leşkeran bi kuştinê gef li gel xwarın
17:17 DEDAŞ ji avahiyê vala re 34 hezar lîre qer derxist!
16:54 Her sê deriyên Wezareta Dadê jî ji Emîne Şenyaşarê re girtî ne
16:54 TJA: Em ê parastina xwe ya cewherî pêş bixin
16:47 BES-AR: Sînorê xizaniyê gihişt 66 hezarî
16:29 Giliyê êrişa li dijî gora Medet Serhat kirin
15:57 Tirkiye gundekî Minbicê bembebaran dike
15:34 Li Şirnexê zêrevanekî taxê welatiyekî birîndar kir
15:16 Dozgerê Dadgeha Bilind xwest daxwazên dosyeya Denîz Poyrazê werin redkirin
14:33 DEM Partiyê parêzer Akalin bi bîr anî
14:14 Pirtûka akoran a berhemên hilbijartî yên ji 13 salên dawî yên muzîka kurdî derket
13:57 Qeyûmê Sêrtê li pey xwe 456 milyon lîre qer hişt
13:34 Temellî ji partiyên Meclisê re got: Dema dersê jê girtinê ye
12:47 ‘Dîwana Wezîran a Şer’ a Îsraîlê îro dicive
12:46 ‘Têkoşîna me ya mezin dibe dê tecrîdê rake’
12:01 DÎB’ê ji bo Doza Kobanê bang kir: Li dijî bêhiqûqiyê helwestê bigirin
12:00 Îranê, 2 kolberên kurd qetil kirin
11:48 Têkildarî qedexeya bazirganiya di navbera Tirkiyeyê û Îsraîlê, teklîfa qanûnê hate dayîn
11:28 Bankaya Navendî bi rêjeyekî mezin zirar kir
10:57 Di salekê de ji sedî 113 zem li benzînê hatekirin
10:46 Li Panosê tundiya zilam: Jinek hate qetilkirin, jinek jî bi giranî birîndar bû
10:34 Rêjeya bêkariyê ya TUÎK’ê ya meha sibatê: Ji sedî 8,7
10:24 Grama zêr ji 2 hezar û 455 lîreyan derbas bû
10:23 Çalakiya Nobeta Edaletê wê veguhêzin qonaxeke cuda
09:56 Tirkiye gundên Biradostê bombebaran kir
09:54 Girtiyê di çalakiyê de: Dengê me ji herkesê re ragihînin
09:47 Geliyê Botanê bi rengên biharê xemilî
09:06 Rojnameger Silêman Ehmed 174 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye