NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarên herêmê berfê lêkir û li Wanê rêyên 142 gundan hat girtin.
Li bajarên Amed, Mêrdîn, Riha, Şirnex, Sêrt û Êlihê, li bendêye ku di saetên şevê de berfê dîsa lêkir. Li bajarên ku li bendêye di saetên şevê de cemed û qerisîn çêbe, ji bo qadên bilind hişyariya aşûtê hat kirin.
Li aliyê din, li Wan, Dersîm, Çewlîg û Meletiyê û bajarên Xarpêt û Semsûr ên herêma erdhejê wê barîna berfê zêde bike.
RÊYÊN 142 GUNDAN HATIN GIRTIN
Li Wanê jî, ji şevê din ve berf zêde dibare û ji ber vê li navçeya Miksê 28, li Elbakê 13, li Şaxê 62, li Erdîşê 3, li Westanê 8, li Peyîzava 22, li Bêgirê 2, li Seravê 1 û li Tûşbayê 3 rêyên gundan hatin girtin.
RÊYA ŞAXÊ HAT VEKIRIN
Rêbejahiya Wan-Şaxê, ji ber aşûta di 8’ê Sibatê de li Taxa Elmaci rû da hatibû girtin. Piştî xebata 3 rojan, rê dîsa hat vekirin.