WAN - Danişîna doza darizandina xebatkarên Van TV a bi KHK’ê hat girtin, taloqî 7’ê Gulanê hat kirin.
Danişîna doza darizandina xebatkarên Van TV ya bi Biryarnameya Hikmê Qanûnê (KHK) hatibû girtin, hat dîtin. Danişîn li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê hat dîtin. Xebatkerên Van TV ên tên darizandin pêşkêşvan Sîbel Eres, Kadîr Cesûr, Nahîde Aslan, Gulsun Altan, amadekarê bernameyê Serdar Altan, Midurê Berpirsê TV Koçalî Ozîpek û parêzerên ji hevparên Van TV Gurcan Bayrakçi û Nedîm Dalga beşdarî danişînê bûn.
Dazger di dadgehê de ji bo Eres û 7 kesên din, bi sûcdariya “Propagandeya rêxistinê kirin” ceza xwest. Şandeya dadgehê, ji bo ku parêzer li dijî mutalaya dozger parastina xwe amede bikin, dem da û danişîn taloqî 7’ê Gulanê kir.