MÊRDÎN - Danişîna doza Hicran Berna Ayverdî ya li Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Adnan Selçuk Mizrakli û Hevşaredara Peyasê Keziban Yilmaz gilî kir û bû dema girtina wan, hat ditin. Dadgehê 20 meh ceza li bersûc Ayverdî birî û ew serbest berda.
Danişîna doza 70 kesên di qedexekirinai derketina kolanan a Nisêbînê ya Mêrdînê de hatin binçavkirin û girtin yek bi yek tê dîtin. Di 26'ê Gulana 2016’an de piştî qedexe bi dawî bû 17 jê 70 kesên ji taxê derketin hatibûn binçavkirin û girtin. Piştî hatin girtin doz li wan hat vekrin û niha yek bi yek tên darizandin. Yek ji van kesên tên darizandin Hicran Berna Ayverdî ya "Îtîrafkar" e. Danişîna doza Hîcran Berna Ayverdî li 4'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê hat dîtin. Ayverdî ku bi gelek sûcdariya tê darizandin tev li danişînê nebû. Di danişînê de ji bo parastina Ayverdî parêzerê ku CMK'ê tayîn kiribû amade bû. Heyeta dadgehê der barê Ayverdî ya li Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Adnan Selçuk Mizrakli û Hevşaredara Peyasê Keziban Yilmaz gilî kir û bu sedema girtina wan bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê ye" cezayê kêm da. Dadgehê halê baş li ber çavan girt û cezayê Ayverdî daxist 20 mehan û ew serbest berda. Heyetê bi şertê heta 5 salan heman sûcî neke Ayverdî serbest berda. Heta niha têkildarî doza Nisêbinê de der barê 39 kesên de cezayê muebeta giran dabû û Bi sedan sal ceza li girtiyan biribû. Heyet yekem car der barê kesek wisa de 20 meh ceza birî û berda.