RIHA – Cendirmeyan bi ser gundê Qosara Hewagê de girt û 13 kes binçav kirin.
Li gundê Qosar ê Hewagê ya Rihayê cendirmeyan serê sibê bi ser gelek malan de girt. Hat zanîn ku cendirmeyan malên welatiyan serûbinî hev kirin e. Di serdegirtina malan de Mehmet Yildirim, Kenan Yildirim, Muslum Yildirim, Yilmaz Dogan, Tacettîn Gul, Abdullah Polat, Îbrahîm Polat, Mustafa Yildiz, Îskender Şeker, Emîn Zîncîrkiran, Mahmut Pehlîvan, Ayhan Atmaca û Mustafa Taş hatin binçavkirin.
Hat zanîn ku 13 welatî bi angaşta “Endamên rêxistinê ne” û “Bi zanebûn alîkarî dane rêxistinê” hatin binçavkirin.
Ji welatiyan Mehmet Yildirim, Tacettîn Gul, Îbrahîm Polat, Mahmut Pehlîvan û Îskender Şeker birin Fermandariya Cendirmeyan a Hewagê û 8 welatiyên din jî birin navenda Rihayê.
Hat ragihandin ku kesên hatine binçavkirin bi piraniya wan di nava wan kesên di 18’ê gulana 2019’an de hatibûn îşkencekirin de cih digirtin.