Buldan: Hemû kesên aştî, demokrasî û edaletê dixwazin tev li Kongreya HDP'ê bibin

  • rojane
  • 13:51 11 Sibat 2020
  • |
img

ENQERE - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan, di civîna koma HDP'ê ya Meclisê de helwesta AKP'ê ya li dijî mexdûrên aşûta Wanê şermezar kir û got "Evana şerm nakin. Êdî bi vê îqtîdarê re nameşe." Buldan bang li tevlêbûna Kongreya Mezin a HDP'ê ya 23'ê Sibatê jî kir û xwest her kes ji bo parastina aştî, demokrasî û edaletê tev li kongreyê bibin. 

Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan, têkildarî geşedanên dawî li Meclîsê di civîna Kama HDP'e ya meclîsê de axivî. Buldan, ewil helwesta Serokê AKP'ê Erdogan ê li Kirkkaleyê di mîtînga TOK'î de çay belav kir şermezar kir û wiha got: "Piştî aşût bi ser welatiyan de ket û 41 welatiyan jiyana xwe ji dest dan li Kirkkaleyê çaya kêfê belav kir. Me hemûyan dît. Divê xwedê hinek şermê bide wan. Dema mirov di bin aşûtê de man, Serokomar Erdogan li Kirkkale çay belav dikir. Divê mirov hinek şerm bike. Gelê Miksê vê yekê heq nake. Di rewşek wisa de Serokê AKP'ê bi qasî mîtingê li dar bixe şerm nake. Li pey şovê ye. Me hemûyan bi hevre ev dît. Ev hemû nîşanî me didin ku bi vê îqtîdarê rê nameşe. Ewlehiya tu kesî tune ye." 
 
'BERPIRSIYARÊ KOMKUJIYA CIZÎRÊ Û AŞÛTA WANÊ AKP YE' 
 
Buldan, anî ziman ku di salvegera komkujiya jêrzemînên li Cizîrê de aşût li Wanê ket û wiha got: "Em carek din ji hemû gelê me sebrê û sersaxiyê dixwazin. 7 Sibat 2016 di heman demê de salvegera Jêrzemîna Cizîrê bûn. Di jêrzemînê de komkujî pêk hat. 177 kesan di jêrzemînê de bi giştî 282 mirovan li Cizîrê jiyana xwe ji dest da. Mirovên di jêrzemînên hovîtiyê de jiyana xwe ji dest dan sedema wê îqtîdara AKP'ê ye. Ji bo rayedarên eskerî neyên cezakirin û darizandin AKP'ê zagon derxistin. Berpirsiyarê vê yekê dîsa AKP ye. Hişmendiya qeyûm tayînî şaredariya Cizîrê kir, hişmendiya mirov di jêrzemînên Cizîrê de qetil kirin û li Roboskî 34 mirov qetil kirin heman hişmendî ye. Wan bi hovîtiyê di rûpelên reş ên Dirokê de cihê xwe girtin. Lê gelê Cizîrê li dijî wê hovîtiyê bi berxwedanê di rûpelên dîrokê de cih girtin."  
 
'DI DARIZANDINA GEZÎ DE GEL TÊ DARIZANDIN' 
 
Buldan, sekna hikûmetê ya li hemberî Gezî jî rexne kir û wiha pêde çû: "Xwediyê hovîtiya jêrzemînên Cizîrê îro ceza li çalakgerên Geziyê dibirin. Bûyerê Geziyê pira navbera Colemêrg û Edîrneyê ye. Di darizandina Gezî de gel tên darizandin. Dixwazin bi vê darizandinê pira di navbera gelan de hilweşînin. Ji gelên Tirkiye ditirsin, ji kesên aştî, demokrasiyê dixwazin ditirsin. Duh Erdogan got 'Medya civakî sergo ye' Em dibêjin Medya Civakî ne sergo ye. Ya sergo berhemên we ne. Li vir dîsa medya civakî dikin hedef u dixwazin medya civakî bedeng bikin. Em dibêjin hûn nikarin medya civakî bedeng bikin. Dê mirov fikrên xwe bînin ziman. Hûn nikarin li hemberî wê bibin asteng. Hûn nikarin li hemberî ruhê tekoşîna hevpar a Gezî û Cizîrê bibin asteng. Em ê teqez bigêjin rojên ku hemû rengê vî welatî hatine cem hev û bi hevre dijîn."  
 
'AKP Û FETO YEK E'  
 
Buldan bal kişand ser darizandina Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçuk Mizrakli û wiha axivî: "Duh Mizrakli hat darizandin. Dixwazin wî darizînin. Lê nikarin darizînin. Tu carî dê hêza wan tune be ku heqîqetê darizînin. Mizrakli dê her dem qirêjî û diziya wan li ser çavê wan bixe. Her hevalê me li girtîgehan dîl hatine girtin.  Yên doza Gezî vekirine dozgerên cemaetê ne. Lê niha yên didarizînin dadgerê hikûmetê ne. Nigê siyasî yê FETO AKP û îqtîdara AKP'ê ye. Ev hemû hevalên hev ên dozê ne. Hevalên hev ên dozê di doza Selehattîn Demîrtaş û Figen Yuksekdag de dibin yek. Naxwazin ev milê wan ê siyasî derkevin holê. Naxwazin sûcê wan derkevin holê. Ev hemû yek in. Hişmendiya wan yek e. Ger ku hûn ne milê siyasî yê FETO bin çima hûn Demîrtaş û Yuksekdag bernadin. Îqtîdar li gel FETO êrîşî hêzên demokratîk dikin. Ev tev yek in."  
 
'DIJMINÊ DEMOKRATÎ Û AŞTIYÊ NE' 
 
Buldan, anî ziman ku bi tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan aştî û demokrasiyê ceza dikin û wiha pêde çû: "Ma me hûn in ê ku Ocalan li dijî mekanîka darbeyê hûn hişyar kiribû, niha wî tegcrîd dikin. Hûn dijminê demokrasiyê û dijminê aştiyê ne. Ocalan li Rojhilata Navîn bû hêza mezin a Demokrasiyê. Di 9'ê Cotmehê dîsa êrîşî Bakur û Rojhilata Sûriyeyê kirin."  
 
EM SERSAXIYÊ JI MALBATÊN ESKERAN RE DIXWAZIN
 
Buldan, li ser rola HDP'ê jî rawestiya û got: "HDP yekane xeta çareseriyê ye. HDP bendewariya hemû gel û civaka Tirkiyeyê ye. Îtîfaqa AKP-MHP'ê dibe sedem ku cenaze ji Idlibê bên. Em sersaxiyê ji malbatên eskerên ku li Idlibê jiyana xwe ji dest dane. Me li dijî teskereyê AKP -MHP hişyar kir. Lê em guhdar nekir. Divê Tirkiye bi lez destê xwe ji Sûriye bikişîne û Sûriye teslîmî vîna gelê Sûriyeyê bike. Em dibînin ku ji îmraliyê dest pê kirine û hemû civaka Tirkiyeyê tecrîd kiriye. Ocalan di pêvajoya çarekeriyê de bang kir û got 'Werin em bi hevre bi hêza navxweyî vê pêvajoyê çareser bikin' Lê hikûmetê dest ji vê pêvajoyê berda û pêvajo xera kir. Ger ku îro deriyê Îmraliyê nehatiya gritin dê tu kes li Rojhilata Navîn nemirana. Dê ceza tune bûya. Dê şer û kuştun tune bûya. Rejîma yekperest ji aştî, demokrasî û çareseriyê ditirse." 
 
'HETA TECRÎD RANEBE AŞTÎ NAYÊ' 
 
Aqilê dewlet û Îqtîdarê ku bawer dike Pirsgirêka Kurd a sedsalan  bi tecrîd, qeyûm, girtin, binçavkirin û şer çareser bike, xwe dixapînin. Em carek din dibêjin heta tecrîd bi dawî nebe edalet û aştî nayê. Heta ku tecrîd bi dawî nebe çareserî û demokrasî pêş nakeve. Têkoşîna li dijî tecrîdê, têkoşîna paraastina pêşerojê ye. Ger ku tecrîd bişkê, dê faşizm jî bişkê. Teqez wê rojek bê deriyê îmraliyê vebe. Gelên Tirkiye û civaka Tirkiyeyê wê deriyê îmraliyê veke. Teqez pêşejora demokratîk dê bi ser bikeve. Yên winda bikin hûn hişmendiya faşîst a yekperest in. 
 
'LI TIRKIYEYÊ 26 MILYON MIROV XIZAN E' 
 
Buldan, bal kişand ser qeyrana aborî û wiha axivî: "Tirkiye di dîrokê de tu carî bi qasî niha xizanî nedîtiye. Niha Enflasyon ji sedî 12 ye. Her ku diçe betalî û xizanî zêde dibe. Li Tirkiyeyê 26 milyon mirov xizan e. Herî zêde Mûş, Wan, Qers, Colemêrg. Riha û bajarên herêmê ye. îqtîdar bi zanebûn mirovên vê herêmê xizan dike. Pereyên ji bo xizaniyê li şer xerç dike. Çavkaniyên ku divê ji bo aboriyê bên cudakarin, ji bo xizmên xwe xerç dikin. Gel li dijî xizaniyê têdikoşe. Lê îxtîdar dixwazin bihişta dewlemendiyê ava bikin. Ev nizanin birçîbûn, xizanî çiye. Bi çavê Qesrê derve gul û gulîstan e.  Lê rojên borî li Enqereyê bavekî got zarokên min birçîne û bedena xwe da ber agir. 
Baweriya mirovan dikin amûrê siyaset û îqtîdarê. Rizîbûn û genîbûn li her derê belav bûye. Ev ketiye nava karê diyanetê jî. Cudakarî, îsraf û herêmî belav bûye. Ol dikin amûrê siyasetê. Bûne zurna îqtîdarê. Divê hemû beşên civakê ji vê rizîbûn û genîbûnê îtîrazê bikin. Ger ku civak bêdeng be, ew jî dê bidizin û talan bikin. Divê em hemû bi hevre îtîfaqa demokrasiyê, îqtîdara karker, betal û bindestan bi hevre li dijî vê yekê derkevin. Gerk u AKP biçe dê aştî, edalet û aramî bê. Wê demê em rê bidin wan bila biçin."  
 
'EV KONGRE DÊ BIBE KONGREYA GELÊ TIRKIYEYÊ'  
 
Buldan, herî dawî bal kişand ser kongreya HDP'ê ya 23'ê Sibatê û wiha axivî: "Ev tabloya reş ne qedera Tirkiye ye. Derketina ji vê tabloyê pêkan e. Ger ku em bibin yek û bi hevre têbikoşin em dikarin xwe ji vê rewşê rizgar bikin. Ji ber vê yekê HDP rêya çareserî û heviyê ye. Ew mahkûmê windakirinê ne. Ger ku ew winda bikin dê demokrasî bi ser bikeve. Aştî û aramî dê bi ser bikeve. Di 23'ê Sibatê de kongreya mezin a HDP'ê heye. Em bang li hemû beşên civakê dikin ku tev li kongreya HDP'ê bibin. Em bang li karker, kedkar, jinan û hemû kesên alîgirê demokrasî, aştî û edaletê dikin ku tev li kongreyê bibin. Ev kongre dê bibe Kongreya Tirkiyeyê."  
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

17/04/2024
20:30 Li Cenevreyê bang li CPT'yê kirin: Dawî li îşknecya tecrîdê biînin
19:06 Çalakiya Emîne Şenyaşarê di roja 78'emîn de didome
17:12 Di Doza Kobanê de kes nehate berdan
16:55 Deynên qeyûmê Misircê bi bilboardê ve hatin daliqandin
16:39 Sirri Sureya Onder di rûniştina Meclisê de aciz bû
16:17 Hizbullaha Lubnanê bakurê Îsraîlê bombebaran kir
16:12 Li Hezexê pîrozbahiya Cejna Çarşema Sor a rengîn
16:11 Bafil Talbanî: Dê hilbijartin di dema xwe de werin kirin
16:00 Qeyûm 2 roj berî hilbijartinê hemû qeydên kamerayan da jêkirin
15:52 Li Colemêrgê 3 herêm weke ‘herêma ewlehiya taybet’ hatin îlankirin
15:51 Serokê AKP’î 4 karan dikir: Ji kar hate girtin
15:50 Parêzer û malbata Abdullah Ocalan li KE’yê ne: Hûn dikarin vê bêhiqûqiyê rawestînin
15:28 Bi rojan e agahî ji Weliyê ku dîmenên wî yên îşkenceyê derketibûn holê nayê girtin
15:27 YSK’ê îtîrazên Hatay û Orduyê red kirin
15:20 Berdana Rozerîn Kalkanê 11 mehan hate taloqkirin
14:59 Li Wêranşarê cara ewil Çarşema Sor hate pîrozkirin
14:54 Li Sudanê pevçûn: 25 sivîl hatin kuştin
14:14 Erdogan: Desthilata tekane serokkomar e
13:46 Doza Kobanê: 13 siyasetmedarên girtî tev li danişînê nebûn
13:45 Li Ûmmanê lêhî: 18 kes jiyana xwe ji dest dan
12:54 Wezîr Işikhan: Di meha tîrmehê de dê mûçeya kêmtirîn nayê zemkirin
12:27 Gardiyan gef 'îşkenceyê' li girtiyên jin xwarin
11:12 Qedexekirina ‘Bêrûyê’ bêhiqûqî hate dîtin
10:49 Îsraîlê êrişî Xezayê kir: 18 kes jiyana xwe ji dest dan
10:39 Ji AYM’ê biryara ‘cilên yekreng’
10:24 Li Giyadînê Hevserokê DEM Partiyê hate binçavkirin
10:23 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Doza Kobanê dikare veguhere firsendeke dîrokî
10:16 KNK: Çarşema Sor jî xwedî taybetmendiyek dînî, civakî û dîrokî ye
09:10 Rojnameger Silêman Ehmed 176 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:08 Girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan 143 roj in di çalakiyê de ne
09:06 Parêzer Kaya: Em ê ji bo Abdullah Ocalan serlêdanên nû bikin
09:04 Qeyûmên Mêrdînê 3 milyar û nîv TL deyn li dû xwe hiştin
09:02 Saziyên hiqûqê yên Rihayê: Bêhiqûqiya li girtîgehan pirsgirêka me hemûyan e
09:00 ROJEVA 17’Ê NÎSANA 2024’AN
08:56 Ketina Kato ji bo 15 rojan hate qedexekirin
16/04/2024
22:03 Ji jinan banga xweparastinê
19:24 Şenyaşarê tevî astengiya polîsan çalakiya xwe berdewam kir
19:22 YSK'ê îtîrazên ji bo 2 bajar, 11 navçe û 7 bajarokan red kir
18:09 Muhammed Orhan ê bûye remza berxwedana Wanê hate berdan
17:53 5 meh cezayê hefsê dan Leyla Guvenê
15:46 Li Amedê qezaya trafîkê: Mirî û birîndar hene!
15:32 Piştî hilbijartinê anketa nû: AKP li paş ket
15:04 Hamas: 33 hezar û 843 kes mirin
14:21 Banga 1’ê Gulanê: Em li dijî pergala bêedalet dakevin qadan
12:53 Hatîmogûllari: ‘Plana çokdanînê’ ya desthilatê têk çû
12:40 Danişîna doza 6 rojnamevanan hate taloqkirin
12:35 9'emîn Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê dest pê dike
12:03 Dayika girtiyê çalakger: Daxwazên wan daxwazên me ne
11:41 Parêzeran ji bo Îmraliyê serî li dozgeriyê û girtîgehê dan
11:36 BÎSAM: Sînorê xizaniyê 57 hezar û 578 lîre ye
11:25 TEV-ÇAND: Hozan Sefkan bingeha eniya çand û hunerê ava kir
11:04 Li Stenbolê polîsan bi ser malan de girtin
11:02 Di Doza Kobanê de wê sibê rewşa girtinê ya girtiyan bê nirxandin
10:24 Di bihayê zêr de rekoreke nû
09:08 Celadet Elî Bedirxan wê li Stenbolê bê bibîranîn
09:07 Rojnameger Silêman Ehmed 175 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:04 Girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di çalakiyê de ne
09:01 Li Hewselê kedeke zêde, heqdesteke kêm
09:00 Li Wêranşarê dê Çarşema Sor bê pîrozkirin
09:00 ROJEVE 16'Ê NÎSANA 2024'AN
08:42 Li Qilebanê qeza çêbû, 4 kesan jiyana xwe ji dest dan
08:31 DAIŞ’ê 100 pezên welatiyan dizîn
08:22 91 sazî û kesan ji bo Îmraliyê name ji CPT’yê re şand
15/04/2024
22:08 Li ber Konseya Ewropayê mîtînga ji bo Abdullah Ocalan: Em bêdengiyê qebûl nakin!
20:07 Li Şemzînanê leşkeran bi kuştinê gef li gel xwarın
17:17 DEDAŞ ji avahiyê vala re 34 hezar lîre qer derxist!
16:54 Her sê deriyên Wezareta Dadê jî ji Emîne Şenyaşarê re girtî ne
16:54 TJA: Em ê parastina xwe ya cewherî pêş bixin
16:47 BES-AR: Sînorê xizaniyê gihişt 66 hezarî
16:29 Giliyê êrişa li dijî gora Medet Serhat kirin
15:57 Tirkiye gundekî Minbicê bembebaran dike
15:34 Li Şirnexê zêrevanekî taxê welatiyekî birîndar kir
15:16 Dozgerê Dadgeha Bilind xwest daxwazên dosyeya Denîz Poyrazê werin redkirin
14:33 DEM Partiyê parêzer Akalin bi bîr anî
14:14 Pirtûka akoran a berhemên hilbijartî yên ji 13 salên dawî yên muzîka kurdî derket
13:57 Qeyûmê Sêrtê li pey xwe 456 milyon lîre qer hişt
13:34 Temellî ji partiyên Meclisê re got: Dema dersê jê girtinê ye
12:47 ‘Dîwana Wezîran a Şer’ a Îsraîlê îro dicive
12:46 ‘Têkoşîna me ya mezin dibe dê tecrîdê rake’
12:01 DÎB’ê ji bo Doza Kobanê bang kir: Li dijî bêhiqûqiyê helwestê bigirin
12:00 Îranê, 2 kolberên kurd qetil kirin
11:48 Têkildarî qedexeya bazirganiya di navbera Tirkiyeyê û Îsraîlê, teklîfa qanûnê hate dayîn
11:28 Bankaya Navendî bi rêjeyekî mezin zirar kir
10:57 Di salekê de ji sedî 113 zem li benzînê hatekirin
10:46 Li Panosê tundiya zilam: Jinek hate qetilkirin, jinek jî bi giranî birîndar bû
10:34 Rêjeya bêkariyê ya TUÎK’ê ya meha sibatê: Ji sedî 8,7
10:24 Grama zêr ji 2 hezar û 455 lîreyan derbas bû
10:23 Çalakiya Nobeta Edaletê wê veguhêzin qonaxeke cuda
09:56 Tirkiye gundên Biradostê bombebaran kir
09:54 Girtiyê di çalakiyê de: Dengê me ji herkesê re ragihînin
09:47 Geliyê Botanê bi rengên biharê xemilî
09:06 Rojnameger Silêman Ehmed 174 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:02 Girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan 141 roj in di çalakiyê de ne
09:02 Gelê Sêrtê ji şaredariyê xizmetên çawa divê?
09:00 Li dijî bêhiqûqiya li girtîgehan banga têkoşîna li kolanan
09:00 ROJEVA 15'Ê NÎSANA 2024'AN
08:16 Xwebûn bi manşeta ‘Dê azadiya Ocalan bixwazin’ derket
14/04/2024
23:00 Têkildarî qezaya teleferîkê 5 kes hatin girtin
22:41 Li Mûşê zaroka ku kete çem jiyana xwe ji dest da
21:37 Girtî Hatîce Yildiz a 75 salî ji ser hişê xwe çû