AMED - Li Amedê polisan bi ser malekê de girtin û xwendekarê lîseyê Tîrêj Teke binçav kirin. Dayika Teke Nezahata Teke, diyar kir ku polisan çek kirine serê nebiyê wê yê 3 salî.
Li Semta Gazîler a navçeya Peyasê ya Amedê, polisan serê sibehê bi ser malekê de girtin. Polisan bêyî ku hincetekî nîşan bidin li malê lêgerîn pêk anîn û xwendekarê lîseyê Tîrêj Teke (27) binçav kirin. Hat ragihandin ku di kêliya lêgerînê de polisan, çek kiriye serê Teke û biraziyê wî Cîvan ê 3 salî. Polisan, Teke bi xwe re birin Şaxa Zarokan a Miduriyeta Polisan a Amedê.
TEKE: EV ZILM E
Dayika Teke Nezahat Teke, diyar kir ku kurê wê xwendekarê lîseyê ye û got ku li şûna qereqolê diviya ku niha kurê wê li dersa xwe bûna. Dayik Teke, bi van gotinan qala dema serdegirtinê kir: "Di serdegirtinan de ji ber ku polis timik deriyên me dişikînin, vê carê ji ber zingil lêdana wan em matmayî man. Dema ku hatin dema çûyîna kurê min a dibistanê bû. Çawa ku kurê min derî vekir, çekê kirin serê wî û ew li erdê dirêj kirin. Min ji wan re got ku kurê min 17 salî ye. Li gel ve yekê jî kurê min bi deqeyan li erdê direjkirî hiştin. Min xwest wan asteng bikim. Lê dema ku min mudaxale kir ew rakirin û birin mitbaxê. Hinceta binçavkirinê negotin. Lêgerîn pêk anîn û malê ji hev de xistin. Li malê nebiyê min jî hebû. Çekê kirin serê wî jî. Lê tiştekî li malê nedîtin. Piştre rakirin kurê min û telefona wî bi xwe re birin.
Teke, xwest ku kurê demildest bê berdan û ev tişt got: "Kurê min xwendekar e. Tiştên ku dikin zilm e. Zarokek dikare çi bike. Ez vê zilmê qebûl nakim."
Hat hînbûn ku kekê Tekê Mazlûm Teke ji ber sedemên siyasî girtî ye, bavê wî Mehmet Şah Teke jî bi heman hincetî neçar maye ku biçe Ewrpoyê.