AMED – Hevşaredarê Amedê Selçûk Mizrakli yê qeyûm tayînî şûna wî hat kirin di danişîna duyem de jî nehat berdan. Mizrakli got ew ê carek din bi SEGBÎS’ê beşdarî doza bi sedemê siyasî hatiye vekirin nebe. Parêzeran jî banga “Nebin şirîkê vî sûcî” li dadgehê kir.
Danişîna duyemîn a doza Hevşardarê Amedê Selçûk Mizrakli yê qeyûm tayînî şûna wî hat kirin û ji wezîfeyê hat dûrxistin li Dadgeha Amedê hat lidarxistin. Mizrakli bi rêya dîmen û deng (SEGBÎS) beşdarî danişînê bû û parêzerên Mizrakli Zûlal Erdogan, Mehmet Emîn Aktar, Cîhan Aydin û Muhsîn Bîlal di danişînê de amade bûn.
GELEK KES BEŞDARÎ DANIŞÎNÊ BÛN
Beriya danişînê polîsan li ber edliyê û li hundirê edliyê tedbîrên zêde girtin. Balkêş bû ku polîsan jî danişîn şopand.
Hevseroka KCD’ê Leyla Guven, Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz, şandeyan ji kesên biyanî pêk dihat, akademîsyen, rewşenbîr û siyasetmedaran doz şopandin.
Dozger biryara xwe eşkere kir û xwest Mizrakli girtî bê darizandin.
Mizrakli û parêzerên wî li dijî biryara dozger dem xwestin.
‘NEBIN ŞIRÎKÊ VÎ SÛCÎ’
Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin li dijî biryara dozgeriyê derket û got: “Ev doz dozek bi mînsen hatiye amadekirin e. Em nikarin li vir qala hiqûqê bikin. Divê birêz Mizrakli demildest were berdan. Ji bo girtinê tu hêncetek nîne. Em bang li we dikin nebin şirîkê vî sûcî. Li vir sûcek heye. Delîlên derqanûnî hatine komkirin hene. Miwekîlê me ji ber sedemên dijqanûnî girtî tê darizandin. Bi şertê kontrola edlî be jî divê were berdan û ez berdana wî dixwazim.”
‘EZ Ê CAREK DIN BEŞDARÎ DANIŞÎNÊ NEBIM’
Mizrakli jî li dijî biryara dozger axivî û wiha got: “Ez bi biryarek berê hatiye dayîn girtî me. Beşdariya bi SEGBÎS’ê li dijî hiqûqê ye. Ez li vir eşkere dikim ku ez ê carek din bi SEGBÎS’ê beşdarî danişînê nebim. Ez têkildarî biryara dewama girtina xwe gotinên xwe dawî dibêjim. Ev dozek ku ji ber sedemên siyasî ye hatiye vekirin û ez ji ber van sedemên siyasî girtî me.”
NEHAT BERDAN
Piştî navbera hat dayîn, dadgehê biryara dewama girtina Mizrakli da. Dadgehê danişînê taloqî 9’ê Adarê kir.