Salîh Muslîm: Êdî şansê Tirkiyeyê nemaye dê hesab bide

  • rojane
  • 12:35 10 Sibat 2020
  • |
img

QAMIŞLO - Berpirsiyarê Têkiliyên Derve yê PYD'ê  Salîh Muslîm, der barê geşedanên li Idlibê û sekna Tirkiye ya di navbera NATO û Rusya de nirxandin kir. Muslîm, anî ziman ku divê Tirkiye tawîzan bide û wiha got "Êdî şensa Tirkiyeyê tune. Divê êdî hesab bide. Tiştekî ku Erdogan bike qêrîn nema." 

Şerê Sûriye yê navxweyî 9 salin didome. Li Idlibê Operasyonê li dijî Heyet Tahrîr el-Şam didomin. Di operasyona de eskerên rejîmê Sûriye û eskerên Tirk hatin hemberî hev û 7 jê esker 8 kesan jiyana xwe ji dest dabûn. 
Rageşiya di navbera Tirkiye, Sûriye û Rûsya de didome. Şerê li Idlibê jî didome. Rêveberiya Xweser a Rojhilat û Bakurê Sûriyeyê ji nêzîk ve Idlibê dişopîne. Berpirsiyarê Têkiliyên Derve yê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salîh Muslîm, geşedanên dawî ji Ajansa me ya Mezopotamya (MA) re nirxand. 
 
Muslîm, diyar kir ku qeyrana li herêmê dê bêtir kûr û sor bibe û wiha got: "Qeyrana li Sûriyeyê derket holê ji xwe ber derneket holê. Gel li dijî rejîma despotîk, ket nava lêgerîna azadî û wekheviyê. Pêvajo piştre hat guhertin. Hêzên derve, çek xist destê hin komên biçûk û li dijî eniyên din sor kirin. Li ser berberî û komên biçûk plan xistin meriyetê. Rejîma li dijî vê planê hêj li cihê xwe radiweste." 
 
'HER KESEK XWEDÎ PLANEK E'
 
Muslîm, anî ziman ku li dijî Idlibê her hêzek hesab û planek wan heye û wiha berdewam kir: "Hem Tirkiye, hem DYA û hem jî hêzên din li ser hesab û planan nêzî Sûriyeyê bûn. Di serî de Rûsya tune bû. Piştî peymana 2015’an Rûsya jî tev li vê planê bû. 4 sal piştî qeyranê Rûsya ket nava planê. Tirkiye jî di nava planê de tune bû. Lê çek, pere, lojistik, şervan û perwerdehî di ser Tirkiyeyê re pêk dihat. Tirkiye li gorî plana Misak-î Mîllî tev digeriya. Li gorî vê yekê DAÎŞ ava kirin û şandin qadê. Piştî DAIŞ bi ser neket neçar ma ew bi xwe ketin qadê. Ketin Efrînê, Serêkaniyê û Girê Spî. Li hemberî Gutayê Efrîn xwestin. Piştre rewşa Hebeb û Şehbayê heye. Herî dawî Gîre Spî û Serêkanîyê dagir kirin."  
 
'LI IDLIBÊ XETIMÎN'
 
Muslîm, da zanîn ku piştî qeyrana Idlibê dest pê kir, hevdîtinên Astanayê dest pê kir û wiha axivî: "Di 2 civînên ewil ên Astana de em jî hebûn. Lê di civînên din de cih nedan me. Piştre di nava xwe de planên cuda çêkirin. Me fam kir ku ev taktîk e. Xwestin komên çekdar li vir bi cih bikin. Niha ev pêvajo pêş dikeve. Ji Uygur, Kaide û gelek welatên cîhanê anîn li vir kom kirin. Digotin 'Tirkiye dê sozên xwe pêk bîne' Lê Tirkiye sozên xwe pêk neanîn." 
 
IDLIB DÊ BÊTIR KÛR BIBE'
 
Muslîm, destnîşan kir ku ji ber Tirkiye sozên xwe pêk neanîn plan hatin guhertin û wiha lê zêde kir: "Rêyên M5 û M4  hene. Êdî ji tamê derketiye. Bi taybetî rêya M4 li Lazkiyeyê di nava çiyê re derbas dibe. Heta niha rewşa wan çiyan zelal nekirin. Komên çekdar ên El Kaide, Çeçen, Uygur û yên biyanî tev li vir kom bûne. Li vir şerê gerilla pêş dixin. Ev rewş wê bidome. Tibe ku Tirkiye ji wan qut bikin û wan bê çek bihêlin. Hêj qeyran dest pê nekiriye. Xuya ye ku ev qeyran dê bidome û kûr bibe. Niha şer li deştê didome. Hêj şer derbasî aliyê çiyê nebûye. Ne rejîma Sûriye û ne jî rejîma Rûsya nikare wan komên li çiyê bi cih bûne xelas bike. Tirkiye jî nikare wan tune bike. Yên ku çek dan wan Tirkiye bû. Tirkiye ditirse bi ser wan de here. Qad û mijara êdî Tirkiye û Rûsya li ser li hev bikin tune. Rûsya israr dike ku Tirkiye sozên xwe yên di 14'emîn civîna Astana de pêk bîne. Lê Tirkiye jî vê soza xwe pêk nîne. Ji ber vê yekê hevdîtinên wan bê encam dimîne."  
 
POLÎTÎKAYÊN BINGEHÎN LI DIJÎ KURDAN IN
 
Muslîm, anî ziman ku xeyalên Tirkiye yên Helep, Şam û Mizgefta  Emevî yek bi yek bi avê de çû û wiha berdewam kir: "Niha polîtîkaya wê ya bingehîn li ser tunekirina Kurdan e. Dibêje 'Ez dê çawa Kurdan tune bikim' Êrîşên li dijî Efrîn,  Girê Spî û Serêkanîyê encama vê ferasetan e. Ev şer encama van polîtîkan e. Tirkiye ji ber berxwedana Kurdan û tifaqa ku Kurdan di nava gelan de ava kiriye bêzar e. Tirkiye her dem bi polîtîkaya taqasê tev digere. Tirkiye 2 salin ketine Efrînê, lê hêj li wir ne rehet e. Lê gelê wir sibê êvarî li wir in. Her dem bi heviya ku li welat û axa xwe vegerin dijîn. Dibe ku Tirkiye ji her tiştê xwe bibe. Hem wê ji Idlibê û hem jî ji Libyayê bibe. 
 
‘POLÎTÎKAYA ŞANTAJÊ BI DAWÎ BÛ' 
 
Muslîm, bibîr xist ku polîtîkaya ku Tirkiye wekî şantaj li dijî Ewropa, DYA û Rûsya dixist meriyetê wê wekî encamek xerab li wê vegere û wiha pêde çû: "Dê ketina Tirkiyeyê pir xerab be. Diçe ji NATO re dibêje ‘YPG û QSD’ê wekî terorîst îlan bike'. Bersîv jî 'Her tişt li gorî tu dixwaze pêş nakeve' ye. Dawiya dawî neçar man ku ji Rûsyayê fuzeyên S-400 krîn. Niha jî heman polîtîkayê dixwaze li gel Rûsya bimeşîne. Ev yek heta dawî wisa naçe. Hem bi NATO re û hem jî bi Rusya re nameşe. Niha xetimiye. Divê Tirkiye tawîz bide. Di nava wan de gelek peymanên siyasî, eskerî û bazirganî hene. Projeay xazê heye. Peymana turizm, bazirganiya S-400 heye. Ger ku Tirkiye dixwaze xwe nêzî NATO bike wê demê divê tawîzan bide. Vê carê Rusya dê canê Tirkiye biêşîne. Rusya ne YPG û ne jî PKK’ê terokîst dibîne. Ji ber vê yekê Tirkiye nikare zû bi zû dest ji Rûsya berde. Ger ku dest jê berde dê bedelê giran bide. Dîsa di meseleya NATO de jî herî zêde Tirkiye dixwaze NATO bê guhertin. 50 salin bi çekên NATO li dijî Kurdan şer dike. Bi xêra NATO li lerêmê bû xwedi hêz. Ji ber vê yekê Tirkiye naxwaze ji NATO derkeve. Tirkiye mohtacê NATO ye. Divê Tirkiye êdî tawîzan bide. Şensê wê tune ye. Êdî dema hesab dayînê hatiye. Dîsa rojeva Tirkiye ya bingehîn Kurd in. Kurdên çar perçeyan e. 
 
 
Muslîm bal kişand ser Kongreya Kahireyê jî wiha axivî: “Niha ji bo Komîteya Diyalogê 35 kes hatine hilbijartin. Li gorî xwe endam hilbijartine. Di vê civînê de hin mase hene. Maseya Kahire, Maseya Riyad ango Masya Moskovayê.  Dîsa ji xeynî wê komên çekdar jî hene. Dixwazin me jî tevlê bikin. Meseleya me 'Em nabêjin bila her tişt di rojekê de çareser bibe' Em dixwazin di milê siyasî û diplomatik de muxatab bên girtin. Ya herî girîng jî em dixwazin Rêveberiya Ozerk bê nasîn. An jî di lîsteya 150 kesan de 4 kes beşdar bibin zêde tiştekî nade guhertin." 
 
‘DERIYÊ ME VEKIRÎ YE, EM DIKARIN NANÊ XWE PARVE BIKIN
 
Muslîm, herî dawî diyar kir ku ji şerê Idlibê herî zêde gel zerarê dibîne û wiha bi dawî kir: "Deriyê me li gelê Idlibê vekirî ye. Bêyî em piştgiryê ji kesên din bigirin em deriyê xwe vedikin. Seknek me heye. Em dibêjin kijan Sûriyeyî ger ku ne ji bo mirinê hatibe, em dikarin nan û ava xwe parve bikin. Ger ku ji bo me qetil bikin nehatibin em dikarin wan qebûl bikin." 
 
MA / Nazim Daştan

Sernavên din

18/04/2024
09:29 Ozûgûrlû: Roja ku çarenûsa vê erdnîgariyê ji aliyê mirovên vê erdnîgariyê ve bê diyarkirin wê pirsgirêk nemînin
09:23 Bertek nîşanî projeya 'zarokan' a MÎT'ê dan: Perwerde karê perwerdekaran e
09:06 Dê rojên ‘Diyaloga bi Ocalan re’ ya navneteweyî bên lidarxistin
09:04 Dayikên Aştiyê yên Êlihê: Çalakiya girtiyan peyama 'tevbigere' ye
09:03 Rojnamevan Oynaş: Li girtîgehê li hemberî zextan berxwedan zêde bûye
09:02 Rojnameger Silêman Ehmed 177 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:02 Girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan 144 roj in di çalakiyê de ne
09:01 ROJEVA 18’Ê NÎSANA 2024’AN
08:53 Piştî erdhejê li Tokatê navber dan perwerdeyê
17/04/2024
22:55 Li Şengalê pîrozbahiyên Cejna Çarşema Serê Nîsanê
20:55 Êrişî Binarê Qendîlê hat kirin
20:30 Li Cenevreyê bang li CPT'yê kirin: Dawî li îşknecya tecrîdê biînin
19:06 Çalakiya Emîne Şenyaşarê di roja 78'emîn de didome
17:12 Di Doza Kobanê de kes nehate berdan
16:55 Deynên qeyûmê Misircê bi bilboardê ve hatin daliqandin
16:39 Sirri Sureya Onder di rûniştina Meclisê de aciz bû
16:17 Hizbullaha Lubnanê bakurê Îsraîlê bombebaran kir
16:12 Li Hezexê pîrozbahiya Cejna Çarşema Sor a rengîn
16:11 Bafil Talbanî: Dê hilbijartin di dema xwe de werin kirin
16:00 Qeyûm 2 roj berî hilbijartinê hemû qeydên kamerayan da jêkirin
15:52 Li Colemêrgê 3 herêm weke ‘herêma ewlehiya taybet’ hatin îlankirin
15:51 Serokê AKP’î 4 karan dikir: Ji kar hate girtin
15:50 Parêzer û malbata Abdullah Ocalan li KE’yê ne: Hûn dikarin vê bêhiqûqiyê rawestînin
15:28 Bi rojan e agahî ji Weliyê ku dîmenên wî yên îşkenceyê derketibûn holê nayê girtin
15:27 YSK’ê îtîrazên Hatay û Orduyê red kirin
15:20 Berdana Rozerîn Kalkanê 11 mehan hate taloqkirin
14:59 Li Wêranşarê cara ewil Çarşema Sor hate pîrozkirin
14:54 Li Sudanê pevçûn: 25 sivîl hatin kuştin
14:14 Erdogan: Desthilata tekane serokkomar e
13:46 Doza Kobanê: 13 siyasetmedarên girtî tev li danişînê nebûn
13:45 Li Ûmmanê lêhî: 18 kes jiyana xwe ji dest dan
12:54 Wezîr Işikhan: Di meha tîrmehê de dê mûçeya kêmtirîn nayê zemkirin
12:27 Gardiyan gef 'îşkenceyê' li girtiyên jin xwarin
11:12 Qedexekirina ‘Bêrûyê’ bêhiqûqî hate dîtin
10:49 Îsraîlê êrişî Xezayê kir: 18 kes jiyana xwe ji dest dan
10:39 Ji AYM’ê biryara ‘cilên yekreng’
10:24 Li Giyadînê Hevserokê DEM Partiyê hate binçavkirin
10:23 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Doza Kobanê dikare veguhere firsendeke dîrokî
10:16 KNK: Çarşema Sor jî xwedî taybetmendiyek dînî, civakî û dîrokî ye
09:10 Rojnameger Silêman Ehmed 176 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:08 Girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan 143 roj in di çalakiyê de ne
09:06 Parêzer Kaya: Em ê ji bo Abdullah Ocalan serlêdanên nû bikin
09:04 Qeyûmên Mêrdînê 3 milyar û nîv TL deyn li dû xwe hiştin
09:02 Saziyên hiqûqê yên Rihayê: Bêhiqûqiya li girtîgehan pirsgirêka me hemûyan e
09:00 ROJEVA 17’Ê NÎSANA 2024’AN
08:56 Ketina Kato ji bo 15 rojan hate qedexekirin
16/04/2024
22:03 Ji jinan banga xweparastinê
19:24 Şenyaşarê tevî astengiya polîsan çalakiya xwe berdewam kir
19:22 YSK'ê îtîrazên ji bo 2 bajar, 11 navçe û 7 bajarokan red kir
18:09 Muhammed Orhan ê bûye remza berxwedana Wanê hate berdan
17:53 5 meh cezayê hefsê dan Leyla Guvenê
15:46 Li Amedê qezaya trafîkê: Mirî û birîndar hene!
15:32 Piştî hilbijartinê anketa nû: AKP li paş ket
15:04 Hamas: 33 hezar û 843 kes mirin
14:21 Banga 1’ê Gulanê: Em li dijî pergala bêedalet dakevin qadan
12:53 Hatîmogûllari: ‘Plana çokdanînê’ ya desthilatê têk çû
12:40 Danişîna doza 6 rojnamevanan hate taloqkirin
12:35 9'emîn Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê dest pê dike
12:03 Dayika girtiyê çalakger: Daxwazên wan daxwazên me ne
11:41 Parêzeran ji bo Îmraliyê serî li dozgeriyê û girtîgehê dan
11:36 BÎSAM: Sînorê xizaniyê 57 hezar û 578 lîre ye
11:25 TEV-ÇAND: Hozan Sefkan bingeha eniya çand û hunerê ava kir
11:04 Li Stenbolê polîsan bi ser malan de girtin
11:02 Di Doza Kobanê de wê sibê rewşa girtinê ya girtiyan bê nirxandin
10:24 Di bihayê zêr de rekoreke nû
09:08 Celadet Elî Bedirxan wê li Stenbolê bê bibîranîn
09:07 Rojnameger Silêman Ehmed 175 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:04 Girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di çalakiyê de ne
09:01 Li Hewselê kedeke zêde, heqdesteke kêm
09:00 Li Wêranşarê dê Çarşema Sor bê pîrozkirin
09:00 ROJEVE 16'Ê NÎSANA 2024'AN
08:42 Li Qilebanê qeza çêbû, 4 kesan jiyana xwe ji dest dan
08:31 DAIŞ’ê 100 pezên welatiyan dizîn
08:22 91 sazî û kesan ji bo Îmraliyê name ji CPT’yê re şand
15/04/2024
22:08 Li ber Konseya Ewropayê mîtînga ji bo Abdullah Ocalan: Em bêdengiyê qebûl nakin!
20:07 Li Şemzînanê leşkeran bi kuştinê gef li gel xwarın
17:17 DEDAŞ ji avahiyê vala re 34 hezar lîre qer derxist!
16:54 Her sê deriyên Wezareta Dadê jî ji Emîne Şenyaşarê re girtî ne
16:54 TJA: Em ê parastina xwe ya cewherî pêş bixin
16:47 BES-AR: Sînorê xizaniyê gihişt 66 hezarî
16:29 Giliyê êrişa li dijî gora Medet Serhat kirin
15:57 Tirkiye gundekî Minbicê bembebaran dike
15:34 Li Şirnexê zêrevanekî taxê welatiyekî birîndar kir
15:16 Dozgerê Dadgeha Bilind xwest daxwazên dosyeya Denîz Poyrazê werin redkirin
14:33 DEM Partiyê parêzer Akalin bi bîr anî
14:14 Pirtûka akoran a berhemên hilbijartî yên ji 13 salên dawî yên muzîka kurdî derket
13:57 Qeyûmê Sêrtê li pey xwe 456 milyon lîre qer hişt
13:34 Temellî ji partiyên Meclisê re got: Dema dersê jê girtinê ye
12:47 ‘Dîwana Wezîran a Şer’ a Îsraîlê îro dicive
12:46 ‘Têkoşîna me ya mezin dibe dê tecrîdê rake’
12:01 DÎB’ê ji bo Doza Kobanê bang kir: Li dijî bêhiqûqiyê helwestê bigirin
12:00 Îranê, 2 kolberên kurd qetil kirin
11:48 Têkildarî qedexeya bazirganiya di navbera Tirkiyeyê û Îsraîlê, teklîfa qanûnê hate dayîn
11:28 Bankaya Navendî bi rêjeyekî mezin zirar kir
10:57 Di salekê de ji sedî 113 zem li benzînê hatekirin
10:46 Li Panosê tundiya zilam: Jinek hate qetilkirin, jinek jî bi giranî birîndar bû
10:34 Rêjeya bêkariyê ya TUÎK’ê ya meha sibatê: Ji sedî 8,7
10:24 Grama zêr ji 2 hezar û 455 lîreyan derbas bû
10:23 Çalakiya Nobeta Edaletê wê veguhêzin qonaxeke cuda
09:56 Tirkiye gundên Biradostê bombebaran kir