WAN - Li navçeya Westanê 30 penaberên li ber qerisînê bûn hatin dîtin.
Li navçeya Westan a Wanê, ji 30 penaberan zêdetir ên terkî peravên golê hatibûn kirin û bi talûkeya qerisînê re rû bi rû mabûn, hatin dîtin. Li gorî agahiyan, kesên xwestine penaberan bi kêştiyê ji Wanê bibin Bedlîsê, ew terkî çoltera Taxa În a peravên Gola Wanê ya navçeya Westanê kirine.
Kesên ku paneberên li ber qerisînê dîtin agahî dan polîsan. Penaber li ser agahiya welatiyan ji qerisînê xelas bûn. Penaberên hatin rizgar kirin, ekîbên tenduristiyê, UMKE, AFAD û leşkeran li Îskeleya Akdara ew pêşwazî kirin.
Li navçeya Ebaxê, serê vê sibê 13 penaber qerisîn û jiyana xwe ji dest dan. Hina jî cenazeyê wan nehatiye dîtin.