MÊRDÎN - Li Gundê Kayalar ê Navçeya Şemrexê ya Mêrdînê, dayik û 3 zarokên xwe yên di şewatê de jiyana xwe ji dest dan, hatin definkirin.
Şevê din li Gundê Kayalar ê Navçeya Şemrexê ya Mêrdînê, agir bi xaniyê malbata Tur ket. Di şewatê de dayika 34 salî Nisan Tur û zarokên xwe Lorîn (8), Ecrîn (5) û Mîran a 6 mehî jiyana xwe ji dest dan. Dayik Nîsan Tur û 3 zarokên xwe hatin definkirin. Cezayên dayik û 3 zarokên wê piştî otopsiya li Saziya Tipa Edlî ya Emdê anîn navçeya Şemrexê ya Mêrdînê. Nimêja cenazayan li Mizgefata Tezne bi tevlîbûna bi hezaran kes hat kirin.
Dûre cenaze li Goristana Kayalar hat definkirin. Bav Yûsûf Tûr, li gorîstanê bi zorê li ser piyan rawestiya.
Piştî karê definkirinê, şîn li mala Şînê ya Kayalar hat danîn.