NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Şopandina Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku hêzên rejîmê li Idlibê bi pêş ve diçin û hêzên rejîmê rêya Şam û Helebê xistine bin kontrola xwe.
Navenda Şopandina Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) daxuyaniyek nivîskî weşand û diyar kir kul i Idlibê şer didome, hêzên rejîma Sûriyê li Idlibê bi pêş ve diçin û gelek herêmên Idlibê xixstine bin kontrola xwe. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku hêzên rejîmê rêya navbera Heleb û Şamê ya wek M5 tê zanîn jî bi temamî di kontrola hêzên rejîmê de ye.