MÊRDÎN – Huseyîn Bag ê li Girtîgeha Xarpêtê girtî ye ragihand ku ji ber kelûpelên wî belav kirine gardiyanan êrişî wî kiriye.
Huseyîn Bag li Girtîgeya Jimara 2’an a Ewlehiya Bilind a Xarpêtê girtî ye. Bag duh bi malbata xwe re hevdîtina telefonê pêk anî. Bag bi rêya malbata xwe da zanîn ku gardiyanan êrîşî wî kiriye.
Bag da zanîn ku gardiyan û eskeran roja 3’ê sibatê li qawîşên wan lêgerîn pêk anîn û hemû kelûpelên wan serûbin kirin e. Bag got ji ber kelûpelên wan belav kirine bi gardiyanan re nîqaş derketiye û gardiyanan nîqaşê kirine hêcet û êrişî wî kirin e.
Xwişka Bag, Kader Bag destnîşan kir ku birayê wê ragihandiye ku heqaret, îşkence û muameleya xerab li dijî hemû girtiyan zêde bûye û piştî vê qewimandina dawî birayê wî xistine hucreya yek kesî.
Kader Bag binpêkirina mafan a li ser girtiyan rêz kir û xwest sazî û mafnas demildest biçin girtîgehê lêkolîn pêk bînin.
Birayê Huseyîn Bag, Mehmet Bag jî banga bi dawî anîna sepanên xerab kir û xwest mafnas bila biçin li girtîgehê lêkolînê pêk bînin.
Têkildarî rewşa Bag qal kiriye em li girtîgehê geriyan. Rayedarek girtîgehê got: “Li ser telefonê em nikarin derbarê mijarên wiha de agahî bidn.”