WAN – Li ser rêya Wan û navçeya wê Şaxê aşût pêk hat. Hat gotin ku ji duh şev ve rê li çûnehatê hatiye girtin û xesar can û mal pêk nehatiye.
Li ser rêya Wan û navçeya wê Şaxê 10 kîlometre dûrî navenda Şaxê li herêma Elmaciyê aşût pêk hat. Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku cihê aştû lê pêk hatiye ji gundan dûr e û ji duh ve ji ber barîna berfê rê li çûnehatê hatiye girtin. Walîtiya Wanê derbarê mijarê de daxuyanî da û got di aşûtê de xesara can û mal pêk nehatiye.