WAN – Dadgeha Îstînafê, cezakirina rojnameger Adnan Bîlen a pereyê lê hatibû birîn erê kir.
Bi angaşta “Heqaret li Serokkomar kiriye” doz li nûçegihanê me Adnan Bîlen hatibû vekirin. 4’emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Wanê bi angaşta “Heqaretê” 7 hezar lîre cezayê pere li Bîlen birîbû. Dadgeha Îstînafê ya Herêma Wanê cezayê li Bîlen hatibû birîn “di cih de” dît û vî cezayî erê kir.