AMED - Doza ku ji ber wergerandina kurdî ya ji bo tirkî li rojnameger Hakki Boltan hatiye vekirin, taşoq bû.
Midurê Karên Nivîsê yê Rojnameya Welat Rohat Aktaş ku jiyana xwe ji dest daye, di sala 2016'an de dema qedexeyên derketina derve, di jêrzemîna avahiyeke li navçeya Cizîrê ya Şirnexê de asê mabû. Berdevkê Înîsiyatîfa Rojnamegerên Azad (OGÎ) Hakki Boltan, wê demê têkildarî asêbûna Rohat Aktaş, daxuyanî dabû. Ji ber vê daxuyaniyê doz li Boltan hatibû vekirin. Duyemîn daneşîna doza Boltan, li 12'emîn Dadgeha Sizaya Giran a Amedê hat dîtin. Boltan û parêzerê xwe Resûl Tamûr tevlî daneşînê bûn.
Di daneşînê de Boltan parastina xwe kir û da zanîn ku ji ber wê dem Rohat Aktaş ji milê xwe birîndar bûye, daxuyanî dane û wiha got: "Me di daxuyaniya xwe de bi bîra rayedara xist ku hevalê me bi awayekî tendurist ji wir bê derxistin. Di daxuyaniya me de wesfin biçûkxistinê tunene. Hevalê me li wir jiyana xwe ji dest da. Heke daxuyaniya me bihata bersivandin, wê hevalê me weke miriyan derbasî raporan nebûna. Em difikirin ku daxuyaniya me ya kurdî bi şaşî hatiye wergerandin. sûcdariyê qebûl nakim. Niyeteke min a sûc tunebû. Ez rojnameger im, beraeta xwe dixwazim.
Parêzerê Boltan, Resûl Tamûr jî daxwaz kir ku axaftina muwekîlî wî ji aliyê kesên pispor ve bê wergerandin.