ENQERE - Hevseroka Giştî ya Malên Gel (Halkevleri) Dilşat Aktaş û endamên MYK'ê, giliya Kizilay û Başkentgazê kirin.
Hevseroka Giştî ya Malên Gel (Halkevleri) Dilşat Aktaş û Endamê Lîjneya Birevebirina Navendî (MYK) Mûstafa Eberlîkose û Sekreterê Hiqûqî Sercan Aran, li Edliya Enqereyê giliya Kizilay û Başkentgazê kirin. Malên Gel, têkildarî giliyê li ser hesabê xwe ya medya civakî parvekirinek kir û ev tişt nivîsand: "Bi ser Kizilayê de peredayîna Başkentgazê ya Weqfa Ensarê sûc e û dizîne bacê ye. Ji bo ku hûn destûr nedin sûcên şîrket, komele û weqfên nêzî desthilatê bên veşartin, hûn jî dikarin serî li dozgeriyê bidin û li wezaretê îxbar bikin."