Serokê ÎHD'a Wanê Melet: Demildest tecrîda li Îmraliyê bi dawî bikin

img

WAN - Serokê Şaxa ÎHD'a Wanê Mûrat Melet, destnîşan kir ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, pirsgirêkên di warê demokrasî, aborî, civakî û çandî de kûrtir dikin û xwest rojek berî rojekê tecrîd bi dawî bibe. 

Piştî greva birçîbûnê ya bi pêşengiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guvenê ku bi hezaran girtî tev lê bûbûn, tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatibû rakirin. Parêzer piştî 8 salan meha Gulan; Hezîran, Tîrmeh û Tebaxê de bi giştî 5 caran çûbûn Îmraliyê û malbat jî 2 caran. Lê belê ji 7'ê Tebaxa 2019'an ve ne parêer û ne jî malbat nikarin biçin Girtîgeha Îmraliyê. Serokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Wanê Mûrat Melet, destnîşan kir ku tecrîda li ser Ocalan pirsgirêkên li Tirkiyeyê kûrtir dike û xwest rojek berî rojekê tecrîd bi dawî bibe. 
  
'SÛCEKÎ MEZIN E' 
 
Melet, destnîşan kir ku tecrîd rêbazeke îşkenceyê ye û got, tecrîda li ser Ocalan sûcekî li hemberî mirovahiyê ye. Melet, bibîr xist ku bi tecrîdê mafên Ocalan hemû tên binpêkirin û got: "Tecrîd, îşkence bi xwe ye. Em parêzvanên mafên mirovan di her platformê de vê yekê tînin ziman. Li kuderê cîhanê dibe bila bibe, em tim tînin ziman ku li dijî tecrîdê ne û tecrîd sûceke li hemberî mirovahiyê. Mixabin Ocalan bi salan e tê tecrîdkirin. Bi ser de şert û merc jî tên girankirin. A rast bi van şert û mercan di serî de mafê jiyanê û bi giştî mafên Birêz Ocalan hemû tên binpêkirin. Wekî hemû girtiyan mafên qanûnî yên Birêz Ocalan hene. Ev maf mafine insanî ne. Em dibînin ku bi tecrîdê ev mafên wî tên binpêkirin. A rast îtiraza me ji bo vê ye". 
 
‘DEMILDEST DIVÊ BI DAWÎ BIBE' 
 
Melet, destnîşan kir ku bi tecrîkirina Ocalan re her diçe pirsgirêkên li Tirkiyeyê kûrtir dibin û got: "A rast em bawer nakin wê Tirkiye bi vê rêveberiyê bi vê ferasetê dewam bike. Mixabin her diçe baweriya me ya ji bo demokrasiya li Tirkiyeyê kêmtir dibe. Her diçe binpêkirinên mafan zêdetir dibin. Çareserkirina pirsgirêka kurd di heman wextê de çareserkirin gelek pirsgirêkên Tirkiyeyê ye jî. Li Tirkiyeyê çareserkirina pirsgirêka kurd çareserkirina pirsgirêka demokrasî, abor, civakî û çandî ye jî. Helbet ji bo ev tişt pêk bên divê tecrîda li ser Birêz Ocalan bi dawî bibe û cardin Birêz Ocalan wekî muxatab esas bê girtin. Her wiha divê demildest parêzer û malbat bi girtiyên din ên li Îmraliyê re jî hevdîtinê çê bikin. Yanî bi tecrîda li Îmraliyê re mirov nikare li Tirkiyeyê behsa demokrasiyê bike."
 
Melet, anî ziman ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên li Tirkiyeyê demildest divê tecrîd bi dawî bibe û got: "A rast çareserkirina pirsgirêkên li Tirkiyeyê girêdayî pirsgirêka kurd e. Çareserkirina pirsgirêka kurd jî bi bidawîbûna tecrîda li ser Birêz Ocalan pêkan e". 
 
Melet ji bo bidawîkirina tecrîdê gazî kir û got: "Em parêzvanên mafên mirovan, dixwazin ku ji bo demokrasiyê ji bo berbelavbûna çandeke demokratîk tecrîd bi dawî bibe. Banga me ji bo muxalefet û îqtîdara siyasî ew e ku rojek berî rojekê tecrîd bi dawî bibe". 
 
MA / Cemîl Ûgûr 

Sernavên din

19/03/2024
13:27 Li Dêrsimê Newroza bicoş dest pê kir
13:22 Li Îzmîrê 4 jin hatin berdan
13:18 Di Doza Kobanê de gotinên dawî tên guhdarîkirin: Gotina me ya ewil çi be ya dawî jî ew e
13:03 Komîteya Amadekar a Newrozê: Em agirê Newrozê ji Amedê bilind bikin
12:32 Hatîmogûllari di Newroza Bazîdê de got: Peyama Ocalan a 2013’an peyama me ye
12:14 Newroza Rihayê di 23’yê adarê de ye: Dema azadî û yekitiyê ye
11:55 Nameya têkildarî girtiyên di rojiya mirinê de hate sansurkirin
11:53 Bi hezaran kes diherikin Newroza Êlihê
11:37 Li Nisêbînê ‘Newroza azadiyê’ dest pê kir
11:34 Xizmên girtiyan: Ji bo azadiya Rêbertiya xwe em di 21’ê Adarê de li Amedê bin
11:33 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo Îmraliyê serlêdan kir
11:12 Li 14 navendan Newroz hate pîrozkirin
10:58 Di operasyona navenda wê Îzmîr e de 4 ESP’î hatin binçavkirin
10:46 Çewlig ji Newroza sibê re amade ye
10:36 Li Îdirê gel bi DEM’ê re ne
10:19 Li ser rêbeja Colemêrg-Şirnexê aşût hate xwarê
10:15 Bi deh hezaran kes dê tev li Newroza Geverê bibin
09:50 Çandar: Ocalan bi dehan caran rê û rêbazên çareseriyê rêz kir
09:49 Rashmawî: Dê gelên kurd û filistînî azad bibin
09:33 Mexûdûrên erdhejê: Erzaqên dema xwarina wan li ber qedandinê belav dikin
09:33 Parêzer Gezer: Girtî heya daxwazên wan bên qebûlkirin dê çalakiya xwe bidomînin
09:06 Kopî xwe amade dikin ku qeyûm bişînin
09:03 Sêrt ji bo Newrozê amade ye: Werin agirê Newrozê geş bikin
09:03 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza ‘azadiyê’ di roja 114’an de didome
09:03 Cezayê li rojnamevan Îsmaîl Eskîn hatibû birîn hat xerakirin
09:03 Hevserokê KNK'ê Karamus: Hedefa dewleta tirk her çar parçeyên Kurdistanê ye
09:02 Ji rojnameger Silêman Ehmed 147 roj in agahî nayên girtin
09:00 ROJEVA 19'Ê ADARA 2024'AN
18/03/2024
22:43 AKP'iyan hewl da êrişî rojnamevan Guldem bikin
21:01 Emîne Şenyaşar: Haya hemû cîhanê ji me heye
19:32 Bayindir: ev yekîtiya me mizgîniya serkeftinê ye
Turk: Em layiqî gelê xwe yê bedeldayî bin
17:05 Nobeta Edaletê: Îşkenceya li Îmraliyê bi dawî bikin
17:04 ‘Dê DEM were talanker dê biçin’
16:51 Li Amedê tevgera jinan a kurd hate nîqaşkirin
16:30 Bi lêdanê hate binçavkirin û girtin
16:25 PDK’ê biryar da ku nekeve hilbijartinan
16:11 Gultan Kişanak: Em ji bo serkeftina gelê xwe têdikoşin
15:22 Tevî barana zêde jî li Qilebanê agirê Newrozê hat vêxistin
14:48 Agahiyên peywîrdarên sindoqan bi gotina ‘ji me ye’ û ‘ji aliyê din e’ hatin parvekirin
14:19 Li Dîgorê Newroz: Muxatabê yekemîn ê çareseriyê Abdullah Ocalan e
14:04 Wanî: Divê dewlet êdî bizane ka em çi dixwazin
13:52 Karkerên Agrobayê ber bi Enqereyê ve dimeşin
13:46 Girtiyên siyasî ji bo Gultan Kişanakê deng xwestin
13:08 Di salvegera 6’emîn de dagirkirina Efrînê hat şermezarkirin
11:57 Li Kanîreşê piştî 12 salan Newroz hat pîrozkirin: Heta ku Ocalan azad bibe em ê têbikoşin
11:53 Qeymeqamê Elkê ji bo namzetê AKP’î seferber bûye
11:34 Namzetên DEM Partiyê: Em bi biryar in ku Amedê bikin bajarê jinan
11:04 Kesên tev li Newroza Stenbolê bûn: Yên di tecrîdê de israr dikin bila li qada Newrozê binêrin
10:49 Girtiyê nexweş Tuzun ev 10 roj in di hucreyê de tê ragirtin
10:30 Rişmil ji guherînê re amade ye: Em bi biryar in, dê bi ser kevin
10:22 Beyoglû di nelirêtiyê de sînoran nas nake: Îcar jî endama meclisê ya AKP’î girt kar
10:17 Li gelek bajaran gelek kes hatin binçavkirin
10:17 Derheqê rojnameger Babaoglû ku 30 sal in winda ye bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ lêpirsîn hatiye vekirin
10:15 Namzetên DEM Partiyê yên Gêlê: Em ê tevî hilbijêrên veguhestî jî serbikevin
09:04 Li Serêkaniyê pîrozbahiya biheybet a taxê
09:03 Ji rojnameger Silêman Ehmed 146 roj in agahî nayên girtin
09:02 Girtiyên siyasî 113 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:01 ‘Tevlibûna Newroza Dêrsimê dê bibe nîşaneya serkeftina hilbijartinê’
09:00 Ji bo Newroza Êlihê banga tevlibûnê kir
09:00 Namzetê Tifaqa Dêrsimê bi projeyên şênber tên
09:00 ROJEVA 18’Ê ADARA 2024’AN
08:38 Li Rezanê agirê Newrozê hat vêxistin
08:37 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Rabe Newroza azadiyê ye” derket
17/03/2024
22:59 Pûtîn Serokatiya Dewleta Rûsyayê bi dest xist
22:44 Li navçeyên Amedê pîrozbahiyên Newrozê: Meşa me ya azadiyê dê mezin be
22:29 Li Sêrtê agirê Newrozê yê ewil hat pêxistin
21:47 Li Sîlopiyayê jinan bi meşeleyan Newroz pîroz kir
21:26 Ciwanan li çiyayên Qilebanê agirê Newrozê vêxist
20:28 Li Yenîkapiyê peyama ‘têkoşîna yekgirtî’ hate dayîn
19:44 Şaredariya AKP’î destûr neda ku DEM Partî mewlîdê bide
19:28 Rêveberiya Xweseriya Demokratîk agirê Newrozê pêxist
19:10 ‘Newroz wê îsal aştî û azadiyê bîne’
17:01 Demîr: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
Bakirhan: Nifteya çareseriyê Îmrali ye
16:53 Li Kocaeliyê agirê Newrozê hate vêxistin
16:52 Li Wanê piştî Newrozê meş hat lidarxistin
16:50 Li Colemêrgê agirê Newrozê geş bû: Hûn tu serên tewandî nebînin!
16:30 Ozturk: Em ê ji bo azadiya fîzîkî ya Ocalan têbikoşin
16:05 Newroza biheybet a Wanê bi gerandina govendê bi dawî bû
16:04 Rahşan Demîrel li ser gora xwe hat bibîranîn
16:04 Çîçek: Ev Newroz dê bibe Newroza azadiya Ocalan
Uçar: Em ê xwedîderketina xwe ya li deklarasyona 2013’an bidomînin
15:32 Di Newroza Dîlokê de peyama ‘Her DEM berxwedan, her DEM azadî’ hate dayîn
15:17 Çand MA bi stranên Newrozê vebû
15:10 Aras: Azadiya civakî dê bi azadiyê jinê pêk pê
14:59 Di Newroza Stenbolê de posterê Abdullah Ocalan hate vekirin
14:53 Bayindir: Gelê kurd daxwaza azadiya Rêberê xwe dike
Hatîmogullari: Pirsgirêka kurd pirsgirêka statûyê ye
14:47 Buldan: Divê tecrîda li ser Ocalan tavilê bê rakirin
14:14 Li quntarê Çiyayê Simbî pîrozbahiya Newrozê
14:10 Di Newroza Wanê de peyama Abdullah Ocalan hat xwendin
14:05 Newroza Îzmîrê dest pê kir: Em cihên tecrîdkirî hilweşînin
14:03 Ji bo Newrozê herikîn qada Yenîkapiyê
13:43 Qada Newrozê bi daxwaza ‘azadiyê’ tije kirin
13:35 MED TUHAD FED kongreya 3’yemîn li dar xist: Kes nikare meşa me asteng bike
13:34 Guven: Divê dengê kesên xwişk-biratiya gelan dixwazin zêdetir derkeve
13:13 Ji bo tevlibûna Newrozê bang li gelê Edeneyê hate kirin
13:07 Di Newroza Osmaniyeyê de bang kirin: Divê pirsgirêka kurd demildest bê çareserkirin
12:58 Ji qadên Newrozê dirûşma 'Bijî Serok Apo' olan dide
12:52 Newroza Tekîrdagê: Niha dema azadiyê ye
12:14 Newroza Wanê bi tevlibûna sed hezaran dest pê kir
12:13 Li Şirnexê Newroz bi coşeke mezin dest pê kir
12:11 Li Yenîkapiyê coşa Newrozê