QAMIŞLO - Civîna salane ya Kongreya Star li bajarokê Rimêlan dest pê kir.
Civîna salane ya Kongreya Star dest pê kir. Civîn li hola Sendîkaya Karkeran a li bajarokê Rimêlan ê girêdayî navçeya Girkê Legê tê lidarxistin. 80 nûnerên Kongreya Star ji herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tev li civînê bûne. Tê payîn di civînê de raporên salane yên Kongreya Star ên her sê herêman werin xwendin, nirxandin û projeya xebatên salekê were danîn. Civîn dê du rojan dewam bike.