ENQERE – Lijneya Navendî ya HDP'ê têkildarî êrîşa li dijî Mexmûrê daxuyanî da û diyar kir ku êrîş zindîbûna DAIŞ'e nîşan dide.
Lijneya Rêveberiya Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), têkildarî êrîşa DAIŞ'ê ya li dijî Mexmûrê daxuyanî da. HDP'ê di daxuyaniyê de diyar kir ku DAIŞ'ê duh li dijî Kampa Penaberan a Mexmûrê êrîş pêk anîye û wiha got: "AKP dem bi dem kampa Mexmûrê hedef nîşan dide. Piştî vê hedefnîşandanê êrîş pêk hatin. Di êrişê de kesekî jiyana xwe ji dest da û 3 kes birîndar bûne. Di têkoşîna QSD’ê ya li dijî DAIŞ'ê de, DAIŞ li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat asta xelasbûnê. Lê piştî dagirkirina Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê DAIŞ ji nûvei zindî bû. DAIŞ'ê bi êrîşa li dijî Mexmûrê nîşan dide ku ji nûve zindî bûye. Êrîşa DAIŞ'ê ya li dijî Mexmûrê wekî êrîşa DAIŞ'ê ya li dijî Kobanê ye. Ev êrîşa DAIŞ'ê ya li dijî Kurdan êrişa tolhildanê ye. Kurdan li pêş belavbûna xwe ya li cîhanê wekî asteng dibinin. Em êrişa DAIŞ'ê ya li dijî Mexmûrê bi zimanekî tund şermezar dikin.