XARPÊT - Waliyê Xarpêtê Çetîn Oktay Kaldirim, got: "225 birîndarên me hene. Ji birîndaran 2 jê rewşa wan giran e". Wezîrê Çavkaniyên Enerjiyê Fatîh Donmez jî got: "Li devera erdhej lê çê bûye, li hin cihan ceryan qut bûye".
Waliyê Xarpêtê Çetîn Oktay Kaldirim, derbarê erdheja li Xarpêtê daxuyanî da. Kaldirim, got: "Li navçeya me Madenê avahiyeke 5 qatî xera bûye. Liw ir 2 eks hatine xelaskirin. Niha jî di bin kavilan de 6 kes mane. Li navenda bajêr 4 avahî rûxiyane. Ekîb mudaxile dikin. Heta niha 6 kes ji bin kavilan hatine derxistin. Li gorî agahiyên ji me re hatine li navendê 2 kesan jiyana xwe ji dest daye. Li gundê Ilincak ê Sîvrîceyê jî kesek jiyane xwe ji dest daye. Heta niha 3 kesan jiyana xwe ji dest daye. Her wiha heta niha ji bin kavilan 10 kes hatine derxistin".
Walî Kaldirim, got: "225 birîndarên me hene. Ji birîndaran 2 jê rewşa wna giran e". ,
Her wiha Wezîrê Çavkaniyên Enerjiyê Fatîh Donmez jî got: "Li devera erdhej lê çê bûye, li hin cihan ceryan qut bûye".