NAVENDA NÛÇEYAN - Berdevkê Serokkomariyê Îbrahîm Kalin, piştî erdheja li Xarpêtê ku şideta wê 6.5 bû, daxuyand ku sazî hemû hatine seferberkirin.
Berdevkê Serokkomariyê Îbrahîm Kalin, li ser hesabê xwe yê Twîtterê daxuyaniyek da. Kalin, diyar kir ku li navçeya Sîvrîce ya Xarpêtê erdhejeke ku şideta wê 6.5 pêk hatiye û got: "Derbasî be ji bo me hemûyan. Temiya me ew e ku kes nemire. Saziyên me hemû hatine serferberkirin. Rica me ji welatiyan ew e ku daxuyaniyên rayedaran bişopînin".