ÊLIH - Li Êlihê qezaya trafîqê çêbû û 9 kes birîndar bûn.
Li Êlihê, serwîsa karkeran û wesayîteke bazarganiyê li hev qelibîn û qezaya trafîqê pêk hat. Qeza li ser rêya Qubîn û Êlihê pêk hat û di her du wesayîtan de bi giştî 9 kes birîndar bûn. Birîndaran bi ambûlansên ku hatin cihê Bûyerê rakirin nexweşxaneyên li bajar.