STENBOL - Rêxistina HDP’ê ya Stenbolê, bi malbatên girtiyan û kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dan re civiya.
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Stenbolê, bi malbatên girtiyan û kesên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dan re, li salonekê dawetê ya li Kartal Yakacikê civiya.
Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Sedat Şenoglû, Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Sururcu, Hevserokê Bajêr Erdal Avci, Parlamenterê berê Ferhat Encû û gelek malbat beşdarî civînê bûn. Di civînê pêvajoya siyasî hat nirxandin û behsa têkoşîna demokrasiyê hat kirin.