MÊRDÎN - Li herêma dîrokî ya Mêrdînê di dema lêkirina dûwarê paldanê yê rê de şikeftek hat dîtin. Li ser vê yekê lêkirina dîwar hat sekinandin.
Li herêma dîrokî ya navçeya Artûklû ya Mêrdînê, beriya 3 mehan ji aliyê Miduriyeta Rêyên Bejahî ve xebata lêkirina dûwarê paldanê hatibû destpêkirin. Di dema xebata ku li herêma hezanê ya li ser rêya Mêrdîn û Midyadê hatibû destpêkirin û piraniya wê temam bûye de şikeftek hat dîtin. Dîtina şikeftê ji Miduriyeta Muzeyê ya Mêrdînê re hat ragihandin. Li ser lêkolîna ku ji aliyê rayedaran ve li şikeftê hat kirin, xebata lêkirina dûwar a li herêmê hat rawestandin.
Ji ber ku cihê şikeft li hat dîtin herêma hezanê ye, devê şikeftê ji bo demekê bi ax hat girtin. Herêma ku şikeft lê hatiye dîtin jê 'Mêrdînê Kev' tê gotin û heta niha têkildarî şikeftê qet tespîtek nehatiye kirin. Lê tê texmîrên ku şikeft bihur û serniça avê ye. Dibe ku şikefteke xwezayî be.