MÊRDÎN - Girtiya nexweş Nûrcan Bakir a 28 sal girtî bû û li Girtîgeha Bûrhaniyê li dijî binpêkirinên mafan dawî li jiyana xwe anî li gundê lêhatibû dinê, hat definkirin.
Girtiya 28 salî girtî bû Nûrcan Bakir a piştî çalakiya greva birçîbûnê, ji derveyî daxwaza wê ji Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Gebzê sewqî Girtîgeha Bûrhaniye ya Balikesîrê hat kirin û bi armanca şermezarkirina binpêkirinên mafan û zextên li ser girtiyan duh bi şev dawî li jiyana xwe anî. Malbatê cezayê keça xwe Bakir ji Morga Tipa Edlî ya Bûrsayê girtin û ji bo definkirinê, anîn gundê Heciya ya navçeya Mehsertê ya Mêrdînê.
Dema ku malbatê cenaze dibir goristanê, polîsên di ketina navçeya Mehsertê de, konvoya cenaze rawestandin, lêgerîn pêk anîn û nasnameya kesên bi konvoya çenaze re hatin di GBT’ê re derbas kirin. Di ketina gund de jî, vê carê leşkeran konvoya cezane rawestandin, hemû kes ji wesayîtan anîn xarê û bi kûçikan di wesayîtan de lêgerîn kirin. Leşkeran li ser welatiyan lêgerîn kirin û nasnameyên wan di GBT’ê re derbas kirin. Balkêş bû ku di dema lêgerîna leşkeran de, leşkerekê ji welatiyekê re got “Tu hatî ser cenazeyê mirarekê” û bi awayî heqaret li cenaze û welatiyan kirin.
Cezaye li gundê Heciya ji aliyê bi dehan kesî ve hat pêşwazîkirin. Jinên ku cenazeyê Bakir danîn ser milê xwe dirûşmeya “Bijî berxwedana jinan” û tilîlî berz kirin. Jinan piştî ku cenazeyê Bakir şûştin, heya goristana gund li ser milê xwe birin.
‘EMÊ RISTA WÊ DEWAM BIKIN’
Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Mêrdînê Perîhan Agaoglû, piştî definkirina cenazeyê Bakir li ser gora wê axivî û wiha got: “Hevala Nûrcan îro hat li ser axa xwe ya lê ji dayik bû. Piştî têkoşînek dûr û dirêj, hat li ser axa xwe ya ji bo wê li ber xwe dida. Îro li Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê, em hemû dizanin kuz ilmek çawan li kurdan tê kirin. Gel di ferqa her tiştî deye. Qada jiyanê ji bo gelê kurd nasnakin û mafê wê nadinê. Îro di vê pêvajoyê de, ne nasme, ne ziman û ne jî mirovahiyê nas dikin. Van heymûyan înkar dikin. Em soz didin wê serê me jinan tim bilind be. Hevala Nûrcan di temenek biçûk de, tevlî têkoşînê bû û ji bo me wê tim bibe ronahî. Emê rêya wê tim bişopînin û emê rista wê dewam bikin.”
Malbata Bakir diyar kir ku ew ê taziya keça xwe li Edenê danin.