NAVENDA NÛÇEYAN - Li gelek bajar û navçeyan, êrîşa bi çek a li dijî Rêxistina HDP'ê ya Stenbolê, hat şermezarkirin. Di daxuyaniyên hatin dayîn de wiha hat gotin; "Serokê Giştî yê AKP'ê Erdogan û Wezîrê Karê Hûndir Soylû bi zimanê xwe, zemîna êrîşan amede dikin."
Di 15'ê Çile de, li dijî avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Beyoglû ya Stenbolê êrîş pêk hat. Derket holê ku kesê binavê Mehmet Salih Kistak êrîş pêk aniye. Kistak, du rojan li dardora avahiya partiyê keşf kiriye, dûre xwestiye bi hevserokên bajêr re hevdîtin bike û qutiyekê di navê de Quran û ala Tirk heyî daye xebatkarên partiyê. Li gelek bajar û navçeyan, li dijî vê êrîşa biçek a li ser Rêxistina HDP'ê ya Stenbolê daxuyanî hatin dayîn û êrîş hat şermezarkirin.,
Rêxistinên partiyê bi tevlîbûna parlamenter, hevserok, rêveber û endamên partiyê li bajarên weke Dersim, Mêrdîn, Şirnex, Edene, Mêrsîn, Îzmîr, Riha, Dîlok, Meletî û Wanê daxuyanî dan çapemeniyê û bertek nîşanî êrîşê dan.
Di daxuyaniyên hatin dayîn wiha hat gotin: "Desthilatdarî dixwaze hawîrdorek kaosê ava bike. Bi van êrîşan dixwazin, çong li me danin erdê. Lê emê tu carî çongê xwe nedanin erdê. Emê heya dawiyê siyaseta demokratîk biparêzin. Tifaqa AKP û MHP'ê dixwaze van êrîşan partiya me hedef nîşan bide. Em baş dizanin ku ev êrîş hatiye plankirin. Ev êrîş ne tesadufiye. Emê vê êrîşa faşîzane şermezar dikin. Li dijî van êrîşan xebatên xwe zêdetir bikin."