AMED - Di operasyona leşkerî ya ku li mezra û taxên çiyayî yên Licê berdewam dike de leşkeran 2 kesan binçav kir.
Di 14'ê Çileyê de li gundên Mizag, Xosor, Hendiv, Xeşderê, Şaxur, Hamza û mezrayê girêdayî wan, bi beşdariya gelek yekineyen leşkerî operasyon hatibû destpêkirin. Hat ragihandin ku li herêma operasyonê hin dever bi nhelîkopteran hatine bombebarankirin û li hin gundan leşkeran bi ser malan de girtiye. Di serdegirtina malan de bi hinceta "piştgiriya rêxistinê" gundiyên bi navê A.A. û V.A. hatin binçavkirin.
Hat hînbûn ku operasyon duh di saetên şevê de bi dawî bûye.