DERSIM – Walîtiya Dersimê bi hênceta çalakiyên ji bo Gulistan Dokû û bûyerên îstîsmarkirinên cinsî tên lidarxistin, ji bo dema 15 rojan çalakî û şahiyên li bajêr qedexe kir.
Walîtiya Dersimê ragihand ku hemû çalakî, daxuyanî û şahiyên dê di navbera 16-30’ê çile de li Dersimê bên lidarxistin hatine qedexekirin. Walîtiyê ji bo qedexekirina çalakî û şahiyan jî çalakiyên ji bo Gulistan Dokû û bûyerên îstîsmarkirinên cinsî tên lidarxistin nîşan da.