NAVENDA NÛÇEYAN - Wezîrê Parastina Milî, ragihand ku li navçeya Çelê ya Colemêrgê di dema qezaya perwerdê ya bikaranîna çekê de, 2 leşker mirin.
Wezîrê Parastina Milî (MSB), ragihand ku duh li navçeya Çelê ya Colemêrgê, di dema qezaya perwerdê ya bikaranîna çekê de, 2 leşker mirin û 2 leşker jî birîndar bûn.
Hat diyar kirin ku ji 2 leşkerên mirin, Saît Miyanyedî yê 25 salî û Tolga Kaplan ê 28 salî ne.