MÊRSÎN - Nûnerên HDP'ê yên di nav Desteya Mafên Mirovan a Mêrsînê de cih digirin, çûn Girtîgeha Jimare 3 a Tîpa T a Tarsûsê û derbarê binpêkirinên mafan de raporek amade kirin. Nûneran, di raporê de diyar kirine ku mafê tenduristiyê yên girtiyan tên astengkirin û lêgerîna tazî li wan tê ferzkirin.
Nûnerên HDP'ê yên di bin banê Desteya Mafên Mirovan a Bajêr de cih digirin, di 20'ê Kanûna 2019'an de çûn Girtîgeha Jimare 3 a Tîpa T a Tarsûsê. Nûneran, hevdîtin bi girtiyan re çê kir û derbarê binpêkirinên mafan ên li girtîgehê de raporek amade kirin.
Di raporê de hat diyarkirin ku li girtîgehê hejmara girtiyên edlî û siyasî bi giştî hezar û 90 û bi girtiyan re rû bi rû hevdîtin hatiye çêkirin.
MUAYENEYA BI AWAYÊ KELEMÇEKIRÎ
Di rapora hat amadekirin de ev tespît hatine kirin: "Girtiyan, diyar kiriye ku helwest û nêzîkatiya karmendan nebaş e û nexasim jî ji serkarmendan yek jê bi awayekî bîrdoziyî tev digere û gava ji bo jimariyê tê bi pehîna li deriyan dixe, di dema hevdîtina bi midûr re şipyakî tên sekinandin, ev yek rûmeta wan bin pê dike, rojnameya Yenî Yaşamê nadin, rojnameya Evrensel û BîrGunê jî dawiya hefteyê nadin, xwarinên tên dayîn xirab bin, ava germ hindik tê dayîn, gava tê dayîn jî nîvsarî ye, nameyên wan tên desteserkirin an jî gava tên şandin hin beşên wan jê dikin û dişînin, dema hevdîtinê 60 deqe ye, lê belê tenê 35-40 deqî dikarin xizmên xwe bibînin, di dema hevdîtina vekirî de lêgerîna tazî li xizmên wan tê ferzkirin, gava roja telefonê tê û gava li telefonê dixin heger derneyê nikarin careke din bigerin, di dema sewqên nexweşxaneyê de muayeneya bi awayê kelemçekirî li wan tê ferzkirin, sewqên nexweşxaneyê bi derengî tên xistin, lîsteya 3 hevalên hevdîtinê nayê guherandin, tiştên li qantînê tên firotin pir biha ne, fealiyetên sporê bi awayekî rêk û pêk nayên kirin".
MA / Ergîn Çaglar