STENBOL - Kesên "nenas" êrişeke çekdarî birin ser avahiya HDP'ê ya Stenbolê.
Komîsyona Çapemeniyê ya Stenbolê ya HDP'ê ragihand ku îro saet di 15:00 de li dijî avahiya HDP'ê ya Stenbolê ji aliyê kesên nenas ve êrişeke çekdarî hatiye kirin.
Li gorî daxuyaniyê, 7 caran gule li avahiyê hatiye reşandin. Hate ragihandin ku bi şanşe tiştek bi kesî nehatiyê û der barê bûyerê de lêkolînê dest pê kiriye.
Daxuyaniya HDP'ê ya têkildarî êrîşê wiha ye: "Bi destê çeteyan li dijî avahiyên me yên partiyê gelek caran êrişên bi vî rengî hatin kirin. Bi rêya van êrişan tê xwestin ku rêveber, endamên partiyê û gelê me bitirsînin. Li dijî êrişên faşîst û çeteyan em ê nerazîbûna xwe ya demokratîk herta dawiyê bi kar bînin."
Hate ragihandin ku wê bi vê armancê saet di 16:30'î parlamenter, rêveber û gel li ber avahiya HDP'ê daxuyaniyekê bidin çapemeniyê.