ENQERE - Li Almanyaye der barê nêzî 400 kurdên ku xebatê dimeşîne de lêpirsîna navenda wê Enqere ye hat destpêkirin. Prz Alişan Şahîn, anî ziman ku lêpirsîn bi fermanê hatiye destpêkirin.
Li Almanyayê li ser lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê da destpêkirin, li dijî endam û rêveberên komeleyên kurd û rêxistinên demokratîk de binçavkirin didome. Herî dawî dayika parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Nuran Îmir Kadriye Îmîr dema ji Almanyayê hat Enqereyê li Enqereyê hat binçavkirin û hat berdan.
WEZÎR SOYLU HIŞYARÎ DABÛ
Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu, têkildarî van lêpirsîn, binçavkirin û girtinan de di 3'ê Adara 2019'an de hişyarî dabû. Wezîr gotibû “Li Almanya û ewropa tev li civînên rêxistinên terorê dibin. Piştre diçin li Antalya û Bodrumê li Muglayê betlanê dikin. Me ji bo wan jî niha tedbîr girtin. De bîla êdî bên em binerin. Edî ne wisa hêsan e. Wê li derve xayintiyê bikin, li hundir li Tirkiyeyê jî li keyfa xwe binerin. Ji niha û şûnde dê ne hêsan be." Piştî daxuyaniya Soylu, Wezîrê Karên Derve yê Almanyayê Heiko Maas, têkildarî mijarê got "Hevdîtinên me yên bi Tirkiyeyê re didomin. Ev nayên qebûlkirin. Me dixin nava fikaran."
Li gorî rapora tebaxa 2019'an li Tirkiyeyê di nava 6 mehên dawî de kesên welatiyên Alman in û hatin binçavkirin ji 47 kesan derket 62 kesan. 38 welatiyen Alman jî hatin dersinrkirin. Di çarçoveya operasyonên ku navenda wan Enqere ye li Tirkiyeyê û Almanyayê li gorî pirsnameyên a muhalefet a Meclîsa Partiyên Keskan, li Tirkiyeyê 59 welatiyên Alman girtî ne.
DER BARÊ 400 KESAN DE LÊPIRSÎN VEKIRIN
Têkildarî mijarê parêzer û siyasetmedarên ku eleqeder dibin, diyar kirin ku di çarçoveya lêpirsîna ku navenda wê Enqere ye, der barê 400 welatiyên Alman de lêpirsîn hatiye destpêkirin. Parêzeran anîn ziman ku piştî daxuyaniya Wezîr Soylu 40 kes hatine binçavkirin. Parêzer û siyasetmedaran anîn ziman ku têkildarî lêpirsînê ji Konsolosiya Alman agahî stendine û Konsolosiya Alman li hemberî van binçavkirin û lêpirsînê bêdengiya xwe berdewam dike. Lêpirsîn bi awayekî veşarî tê kirin. Di îfadeyên ku li midûriyeta polîsan hatine girtin de, tê zanîn ku ji ber li Almanya di nava komeleyen kurd de bûne endam û rêveber û xebatên komeleyan dikin rastî lêpirsînê tên.
Bi taybetî kesên di nava komeleyên fermî û zagonî de cih digirin ji Rojnameya Sivîl a Bazirganiya Almanyayê digirin. Bi hinceta “Endamtiya rêxistinê" û “propaganda kiriye" der barê nêzî 400 kesan de lêpirsîn hat vekirin.
Kesên tên Tirkiyeyê û mexdûr dibkin, li gorî agahiyên îstîxbarata ku ji Almanyayê hatine girtin rastî lêpirsînan tên. Di 2'ê mijdara 2019'an de N.D., ji Arti Gerçekê re axiv û gotibû: "Kesên di komeleyên Alman-Kurt de çalak bin, kesên polîtîkayên AKP'ê şermezar dikin û rexne dikin dibin sebeba lêpirsînê."
ALIYÊ HEVPAR Ê LÊPIRSÎNÊ KOMELEYÊN KURD IN
Kesên hatine binçavkirin ev pirs ji wan tê kirin:
* Hûn tev li bernameyên li ser fermana Abdullah Ocalan û rêxistinê bûne ya na?
* Hûn der barê Kongreya Civaka Kurdistan a Ewropayê (KCDK-E) de çi difikirin?
* Der barê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Almanya (NAV-DEM) agahiyên hûn dizanin vebêjin?"
* Tê gotin hûn endamên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Munihê (DKTM) û ji aliyê komeleyê ve xebatên PKK/KCK-PYD/YPG'ê hatine meşandin. Li vir xebatên çawa tên kirin?
* Kî tev li van şahî û bernameyê bûye. Kê daxuyaniyên axaftinê amadekirin. Hûn dikarin der barê HDK-A de agahî bidin?
ERTUGRUL KURKÇU KÎ YE?
Ertugrul Kurkçu, Markus Rindespacher, Margarite Bause kî ne?
* DKTM, û melpera înternetê çima propaganda dike. Erka we ya di DKTM’ê de çiye?
* Der barê Heyva- Sor û Roja Sora Kurd a li Almanya û welatên ewropa de agahi bidin?
PRZ. ŞAHÎN: LÊPIRSÎN BI FERMANÊ VEBÛYE
Parêzer Alîşan Şahîn, têkildarî mijarê anî ziman ku bi vê operasyonê gelek kes mexdûr bûne û welatiyên Alman demdirêj di bin çavan de tên hiştin. Şahin, anî ziman ku gelek kes piştî hatine binçavkirin piştî lêpirsînê bi şertê kontrola edlî tên berdan. Der barê dosya lêpirsînê de biryara veşartina dosyayê heye. Lê di lêpirsînê de tiştekî şênber tune ye û wiha got: “Ev dosya û lêpirsîn îhlala mafên mirovan in. Mirov ji kar û barên xwe tên qutkirin. ev lêpirsîn ne hiqûqî ye. Di bin zextên siyasî de ev lepîrsîn tên vekirin. Li dijî kesên di komeleyên li Almanyadê dixebitin de ev operasyon pêk tê û dixwazin wan bitirsînin. Ev operasyon bi fermana Enqereyê hatiye destpêkirin. Ev li dijî hiqûqê ye."
MA / Berivan Altan