WAN - Navçeya Ebaxê ku 6 mehan di bin berfê de ye rêjeya germê daket binî kêmek 27'an.
Li Wanê, serma ku piştî barîna berfê zêde bû, jiyanê felç dike. Ji ber serma zêde û cemedê, li bajar peya û ajokar gelek zehmetî dikişînin. Li navçeya Ebaxê ku 6 mehan di bin berfê de ye, rêjeya germê daket binî kêmek 27'an. Li gorî daneyên Miduriyeta Giştî ya Meteorolojiyê, bi rêjeya kêmek 27'an germa herî zêde li Ebaxê û bi rêjeya 20'an germa herî zêde li navçeya Alanya ya Antalyayê hatiye pîvandin.